Lîsteyên YNK: Pêşxistina sektora çandiniyê û peydakirina pêdiviyên cotkaran
Kurdistan 12:50 PM - 2023-11-30
PUKMEDIA
Lîstên Yekîtî Nîştimanî
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo
hilbijartinên encumenên parêzgehan hewla pêşxistina sektora çandiniyê û peydakirina
ava avdanê bo cotyaran li hemû parêzgehan dikin û tekez kirin ku ew dê kar ji
bo peydakirina pêdiviyên cotyaran.
Maf li xwediyan tê vegerandin
Namzedê jimare 21 ê lîsta Kerkûk hêz û vîna me ye Rizgar
Şwanî ji PUKMEDIA re ragihand: Emê ji bo pêşxistina rastiya çandiniyê li
parêzgeha Kerkûkê bi giştî û peydakirina pêdiviyên cotkaran kar bikin.
Got jî: Cotkarên parêzgeha Kerkûkê rastî neheqî û
bêdadiyeke mezin hatin ji ber siyaseta erebkirinê ku bû sedema desteserkirina
zeviyên cotkarên kurd û tirkmen û emê bi rêya Encûmena Parêzgeha Kerkûkê kar
bikin bo vegerandina maf ji xwediyên wan re, û projeyên ku ji bo pêşxistina
sektora çandiniyê li Parêzgeha Kerkûkê çêbibe, ava bikin.
Got jî: Emê ji bo bazarkirina berhemên cotyaran û
jinavbirina zirarên cotyaran jî kar bikin, û emê kar bikin ku hemû mafên
cotyaran bi rêya destûr û yasayên cîbicîkar dabîn bikin.
Peydakirina pêdiviyên cotkaran
Qeys Mihemed namzedê jimare 23 yê hevpeymaniya Xelkê Nînewa
jimare 134 ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsta Hevpeymaniya Xelkê Nînewa kar dike ku
zêdetir giringiyê bide sektora çandiniyê li herêmê û peydakirina pêwîstiyên
lojîstîk, semad, alav û sotemeniyê ji bo sektora çandiniyê û giringîpêdan bi berhemên
navxweyî û peydakirina derfetên bazarkirinê.
Got jî: Emê kar bikin bo bilindkirina hişmendiyê di nav
cotkaran de û çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li parêzgeha Nînewa, Pêşxistina
sektora avdanê li deverê. Ji bilî lidarxistina festîvalên taybet ji bo danasîna
berhemên çandiniyê yên herêmî.
Namzet Qeis Mihemed wiha berdewam kir: Emê kar bikin ku
zêdetir giringiyê bidin bendava Mûsilê ku bûye çavkaniyeke girîng a avdanî,
dewlemendiya masiyan û geştiyariyê. Dabînkirina navendên taybet ji bo
depokirina genimê cotkaran. Û bêtir bala xwe bidin sektora dermanê
veterîneriyê.
Giringîpêdan bi berhemên herêmî
Namzedê jimare 7 ê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Welîd Ebdullah ji PUKMEDIA re ragihand: Em
dê ji bo pêşxistina sektora çandiniyê û dabînkirina pêdiviyên cotyaran li
parêzgeha Diyalayê kar bikin.
Got jî: Lîsteya Yekîtîya Niştîmanî li parêzgeha Diyala kar
dike ji bo giringîdana bi berhemên xwecihî, pêşxistina çandinîyê li gund û
deverên gundewarî û çareserkirina pirsgirêka ava vexwarinê li navçeya Xaneqîn û
derdora wê.
Namzet Welîd Ebdullah got: Em ê bixebitin ji bo
lidarxistina festîvalan ji bo bazarkirina berhemên xurma, pirteqal û berhemên
din ên herêmî li parêzgeha Diyalayê û pêşxistina sektora ajalî û masîvaniyê.
Wî berdewam kir: Em ê kar bikin ji bo parastina astên çemê
El-Wand ku çavkaniyek girîng a avdanê li parêzgeha Diyalayê ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

