Serok Bafil bi helkefta bidawîhatina erkê fermandarê hêzên 70 rêzê wî girt
Kurdistan 05:06 PM - 2023-11-29
PUKMEDIA
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Cefer Şêx Mistefa Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û beşdariya hejmareke zêde ji berpirsên hikûmetê, hizbî û leşkerî û serkirde û efserên Pêşmerge bii boneya bidawîhatina erka wî û şandina wî ji bo xanenişîniyê, merasîmek rêzgirtin û xatirxwestina bo Fermandarê Hêzên 70 Mistefa Çawraş li navenda fermandeyê birêve çû.
Di merasîmê de Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi dîroka dewlemend a tekoşîna Fermandar M Mistefa Çawraş di Şoreşên Eylûlê û Şoreşên Nû de kir û got: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê rola dilsoz Mistefa Çawraş û hevalên wî yên têkoşer ku nûneratiya wî dikin ji bîr nake ku sembola wêrekî û îdeala berxwedan û têkoşîna Kurdistanê û azadiya gelanin.”
Serok Bafil Celal Talebanî di destpêka axaftina xwe de destnîşan kir: " Mistefa Çawraş li her cihê ku berpirsyariya wî bû, bi dilpakî û dilsozî erkên xwe bi cih anî û ev yek bû sedema baweriya her kesî û ji ber vê yekê em xwe deyndarê wî dibînin bo dîroka geş, ku tu carî ji rêya rast a têkoşînê derneket."
Serok Bafil Celal Talebanî jî spasiya Mistefa Çawraş kir ji bo hewlên wî yên bibandor di ji nû ve birêxistinkirina Hêzên 70 de, ku di vî warî de roleke berçav hebû.
Ji aliyê xwe ve Cefer Şêx Mistefa rola Mistefa Çawraş di şerê çekdarî yê ji bo azadiya Kurdistanê de bilind nirxand û tekez kir ku ew di serkeftinên Hêzên Pêşmerge de roleke girîng hebû.
Sererkan Orgeneral Omer Salih jî di gotarekê de piştgirî û alîkarîya berdewam ya fermandarê hêzên 70 di piroseya birêxistinkirina hêzên pêşmerge de bilind nirxand û got: “Hêzên me têk naçin,ber dilsozî û şiyana fermandarê wan e û em xwe deyndarê wî dibînin.”
Mistefa Çawraş di axaftina xwe de ji amadebûyan re spasî û pêzanînên xwe yên ji bo nirxandina Rêbertiyê anî ziman û diyar kir ku ew bi beşdarbûna xwe ya di têkoşîna azadiya Kurdistanê de serbilind e û wiha got: “Ez ê di rêya têkoşîna azadiya Kurdistanê de dimeşim rêya şehîdan û xizmeta gel dikim û ez ê bi heman coş û kelecana berê rêya Serok Mam Celal bişopînim.”
Di dawiya merasimê de çendîn xelatên fexrî ji bo erkdarkirina Fermande Mistefa Çawraş di xizmetkirina hêzên Pêşmerge û gelê Kurdistanê de hatin pêşkêşkirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

