Lîstên Yekîtî: Bernameyên hevgirtî ji bo pêşxistina sektora perwerde û xwendinê
Rêportaj 12:14 PM - 2023-11-29
PUKMEDIA
lîsteyên yekîtî
Lîst û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan hewl didin rastiya perwerde û xwendina bilind li hemû parêzgehan geş bikin û lîsteyên Yekîtiya Niştimanî tekez kirin ku ew dê kar ji bo peydakirina pêdiviyên xwendinê û pêşxistina şiyanên mamosteyan xwendinê bikin.
Pêşxistina rastiya perwerde û xwendina bilind
Mazher Elawî namzedê jimare 7 di hevpeymaniya Xelkê Nînewa
ya jimare 134 de ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me li ser zêdetir giringîpêdana
bi sektora perwerde û xwendina bilind li parêzgeha Nînewa kar dike. Ji bilî
pêşxistina pilaneke guncaw ji bo jinavbirina nexwendewariyê (nezanîbûn) li
parêzgeha Nînewayê bi vekirina navendên xwendinê û şopandina diyardeya
devberdana xwendinê di qonaxa seretayî de.
Emê kar li ser damezrîn û çaksazkirina xwendingeh,
zarokxane û avakirina dibistanên nû ji bo rakirina demjimêrên kar yên zêde û
pêşxistina şiyanên mamoste û karmendan di warê perwerdeyê de. Em ê ji bo
pêşxistina xwendinê bixebitin.
Çareserkirina pirsgirêka ducarî di kar de
Namzedê jimare 10 yê lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Şukr Mehmûd Ezîz ji PUKMEDIA re
ragihand: Lîsteya me ji bo pêşxistina beşa perwerde û xwendina bilind û
vekirina dibistanên nû li navçeya Xaneqînê kar dike.
Got jî: Em dê li ser hevsengîyê di erkdarkirinê de jî
bixebitin, ji ber ku gelek derçû hene ku derfeta kar bi dest nakefin, ji bilî
naskirina zanîngeha Germiyanê û destnîşan kirina derçûyên wê yên ku ev çend sal
in li benda erkdarkirinê ne. herweha vekirina zanîngeheke nû li navçeya
Xaneqînê, ji bilî karkirina ji bo pêşxistina karîn û şiyanên mamosteyanli
parêzgeha Diyala.
Pêşxistina asta zanîngehan
Namzedê jimare 22 Erdalan Îsmaîl derbarê lîsteya Kerkûk Hêz
û Vîna me ye ya jimare 142 ji PUKMEDIA re got: Lîsteya me ji bo pêşxistina
rastiya perwerdeyê, pêşxistina asta zanîngehên parêzgeha Kerkûkê û vejandina
şiyanên wan kar dike.
Got jî: Emê kar bikin bo rakirina wan astengên ku metirsî
li ser proseya xwendina Kurdî dikin û maf û mafên mamostayên Kerkûkê peyda
bikin.
Got jî: Asta xwendina bilind li parêzgeha Kerkûkê di asteke
nizm de ye, û divê em kar li ser giringîpêdaneke zêdetir bi vê warê bi awayekî
ku bibin ser asta bajar û parêzgehên din kar bikinji bilî vekirina dibistanên
nû an jî jinûhavakirina avahiyên dibistanên kevin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

