YNK bo yekgirtin, pêşvebirin û xizmetkirina hêzên Pêşmerge dike
Kurdistan 08:04 PM - 2023-11-28
PUKMEDIA
Yekkirina Pêşmerge yek ji armancên Yekîtiya Niştimanî ye
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi berdewamî hewl dide ku pêşde biçe di yekxistina hêzên Pêşmerge de, binavkirina wan wek hêzeke asayî ya bihêz û pêşxistina wan di warê perwerde û lojîstîkî de.
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî çendîn caran di hevdîtin û daxuyaniyên xwe de, bi taybetî hevdîtinên xwe yên li gel hêzên hevpeymaniya navdewletî û şandên biyanî yên li Herêma Kurdistanê û Iraqê, tekezî li ser pêwîstiya yekxistina hêzên Pêşmerge kiriye. Armanca Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê yekxistina Pêşmerge ye û pêk anîna hêzeke niştimanî ya bihêz e ku di xizmeta berjewendiyên bilind ên gelê Kurdistanê de be, lê tekezî li ser parastina dadwerî û hevsengiyê di vê pirsê de kir û dûrî berjewendiyên şexsî.”
Di vê çarçoveyê de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi vegerandina Wezîrê Pêşmerge bo ser erkên xwe, ji bo bilezkirina yekgirtina hêzên Pêşmerge û çaksaziyê di nav rêzên wan de, gaveke girîng û mezin avêt.
Wek tîmek kar bikinEv pêngav di bin çavdêriya Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî de dest pê kir û tekez li ser pêwîstiya bidawîanîna nakokiyan û rakirina hemû astengiyan li pêşiya yekgirtina hêzên Pêşmerge kir.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî di civînekê de piştî vegerandina Şoraş Îsmaîl Wezîrê Pêşmerge bo erkê xwe li ofîsa Wezareta Pêşmerge tekez kir: “Divê dawî li nakokiyan bê kirin, astengiyên li pêşiya temamkirina wê karê wezaretê bê rakirin û bi ruhê tîmê kar bê kirin.”
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Musteşarê Wezareta Pêşmerge, Sekreterê Giştî yê Wezaretê, Sererkan û hejmarek ji berpirsên din ên Wezareta Pêşmerge, Qubad Talebanî diyar kir: “Hebûna nakokiyan di navbera Partiyên siyasî wek karekî asayî tê dîtin, lê nabe ev cudahî di Wezareta Pêşmerge de derbikeve, ji ber ku divê berpirsên payebilind ên Wezareta Pêşmerge bi giyaneke tîmî û pisporî bi hev re kar bikin.”
Cîgirê Serokwezîrê Herêmê balkişand li ser girîngiya cîbicîkirina xalên proseya çaksaziyê û birêxistinkirina hêzên Pêşmerge û piştgirî û alîkariyên Hevpeymaniya Navdewletî ji bo Pêşmerge bilind nirxand û tekez li ser wê yekê kir ku nabe proseya çaksaziyê hêdî berdewam be pêwîste bi lez û bez be û daxwaz ji berpirsên payebilind ên wezaretê kir ku bi hesta berpirsyarî û erkê niştimanî kar bikin ji bo cîbicîkirina hemû bendên çaksaziyê di nav Hêzên Pêşmerge de.
Yekîtiya Niştimanî hewl dide hêzên Pêşmerge bike yekBerdevkê Hêza 70 ya Pêşmergeyên Kurdistanê Sererkan Ehmed Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide hêzên Pêşmerge di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de bike yek û rêzdar Serok Mam Celal jî gelek hewl da Hêzên Pêşmerge bikin yek û hewlên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê jî di vî warî de berdewam in.
Got jî: 26 lîway hene ku di çarçeweya wezareta pêşmerge de bûne yek û du lîway jî amadene di bin sîwana wezareta pêşmerge da bikevin, em di Yekîtîya Niştîmanî ya Kurdistanê da, bi taybetî serok Bafil Celal Talebanî hertim tekezî li ser pêwîstiya çaksaziyê li hêzên Pêşmerge û yekxistina wan weke hêzeke rêkûpêk dike û wezîr vegere li ser erkê xwe dê mijarên yekxistina hêzên Pêşmerge pêş bixin.
Serleşker Ehmed Letîf got: Gelek lîwayên me hene ku di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hatine organîzekirin û lîwayên din jî li benda razîbûna wezaretê ne da ku tevlî karmendên Wezareta Pêşmerge bibin.
Got jî: hêzên hevpeymaniya navdewletî jî di hemû hevdîtinên xwe yên li gel me de tekezî li ser pêwîstiya yekxistina hêzên Pêşmerge û pêşxistina şiyanên wan di warê perwerdekirin, jêhatîbûn û çekdarkirin de dikin û ji wan hewlên ku me ji bo yekxistina hêzên Pêşmerge dikin, razî ne.
Pêvajoya yekxistina Pêşmerge bi başî birêve diçe
Cîgirê Serokê Lijneya Karûbarên Pêşmerge di rûniştina borî ya Parlamentoya Kurdistanê de Osman Kerîm Sawara ji PUKMEDIA re ragihand: Pêvajoya yekxistina hêzên Pêşmerge bi awayekî baş birêve diçe û gelek lîwayên di bin sîwana Wezareta Pêşmerge de hatine sazkirin.
Got jî: Hêvîya me ya mezin heye ku pêngavên yekxistina hêzên pêşmerge bi lez bihên encamdan, ji ber ku yekxistina hêzên pêşmerge xewna hemû gelê Kurdistanê ye û dîyar kir, nebûna wezîrê pêşmerge bandorên xwe li ser proseyê kir. Yekkirina hêzên Pêşmerge û çaksazî û pêngava Qubad Talebanî bo vegerandina Wezîrê Pêşmerge bo ser erkên xwe pêngavek e girînge.” Di piroseya yekxistina hêzên Pêşmerge û çaksazkirina rêzên wan hêzan de, gaveke baş û Wezîrê Pêşmerge dê roleke mezin di bilezkirina wê proseyê de bilîze.”
Got jî: Gelê Kurdistanê çaverêya yekxistina hêzên pêşmerge wek hêzeka yekgirtî ya nîzamî ye, ji ber wê jî emê kar bo avakirina hêzeka niştimanî ya bihêz bikin û Yekîtîya Nîştîmanî ya Kurdistanê jî bi cidî û bi bandor li ser vê mijarê kar dike.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

