Talebanî: Bi lez dest pêkirina hinartina petrolê û lihevkirineke berfireh li gel Bexdayê
Kurdistan 05:23 PM - 2023-11-28
PUKMEDIA
Qubad Talebanî bi Balyozê Tirkiyê yê Iraqê re hevdîtin kir
Îro sêşem 28.11.2023 li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Elî Riza Gunay Balyozê Komara Tirkiyê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Mevlut Yaqut Konsulê Giştî yê Tirkiyê li Herêmê û Daban Şadala Cîgirê Serokê Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hat lidarxistin, rewşa giştî ya Iraqê û peywendiyên di navbera Herêm û Bexdayê de hate gotûbêjkirin bi taybetî hatin nîqaşkirin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr tekez li ser çareser kirina kêşeyên di navbera Herêm û Bexdayê de bi rêya diyalogê kir û got: Yekgirtina hêzên siyasî yên deverê û çareser kirina kêşeyên navxweyî bandorê li çareser kirina kêşeyên li gel hikûmeta federal dike.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, pirsa hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê bi taybetî hilbijartinên Kerkûkê hat gotûbêjkirin û her du aliyan hêvî xwest ku helbijartin di rewşeke aram û bê pirsgirêk de birêve biçe û encamên wê jî bihên encamdan xizmeta hemû gelê Iraqê bike.
Derbarê rewşa Kerkûkê de jî Qubad Talebanî got: “Di van salên dawî de cudahiyeke eşkere di navbera pêkhateyên parêzgehê de tê kirin û çareserî jî di vegerandina nêzîkatiya Serok Mam Celal di birêvebirina Kerkûkê de ye piştî hilbijartinên encumenên parêzgehan. Armanc ew e ku Kerkûk bibe modela pêkvejiyana aştiyane di navbera pêkhateyan de û ti kes hest bi neheqiyê neke wekû cudakarî û biçûkxistin.”
Di beşeke din ya civînê de, pirsa hinartina petrola Herêma Kurdistanê û pirsgirêka pişka herêmê ji bûdceya federalî hat gotûbêjkirin û Qubad Talebanî hêvî xwest ku hinartina petrolê di demeke nêzîk de dest pê bike û got: “Li wir divê rêkeftineke berfireh û demdirêj di navbera Herêm û Bexdayê de be, bi awayekî ku çareserî pêk were.”Piraniya kêşeyan di navbera her du aliyan de ne, bi taybetî çareserkirina pirsgirêka bûdceya herêmê bi awayekî radîkal.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

