Lîsteya YNKê ya xelkê Nînowa xizmeta pêkhatan dike

Kurdistan 11:01 PM - 2023-11-27
Şanda YNKê serdana Nînowa dike Taybetî

Şanda YNKê serdana Nînowa dike

YNK Hilbijartin

Bi armanca piştgirîkirina namzedên lîsteya jimare (134 ya Yekîtiya Gelê Nînowayê) piştî nîvroya 27ê Mijdarê Serkewt Zekî Serokê Buroya Rêxistinê ligel Seyda Letîf Nêrweyî, Hekîm Sabîr, endamên serkirdayetiyê û hejmarek ji endamên Biroyê serdana navenda parêzgeha Nînowa kirin û ji aliyê Aras Mihemed Axa berpirsê malbendê  û rêhevalên navenda parêzgeha Nînowa ve hatin pêşwazîkirin.
Paşê di merasîmekê de navenda nû ya lîsteya jimare (134) bi beşdariya serokê lîsteya 134 û hejmarek ji berbijêran hate vekirin û piştre Serkewt Zekî Serokê Buroya Rêxistinê serdana hejmarek navendên kampanyayê lîsteya 134 li Nînowa kir. Peyama Serokê YNK Bafil Celal Talebanî û Mekteba Siyasî ragihand û got:"Namzedên Lîsteya jimare 134 (Yekîtiya Xelkê Nînowa) hemû jêhatî, dilsoz û pispor in ku ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê hatine destnîşankirin, ji bo xizmeta xelkê Mûsil û Nînowa yên hemû pêkhateyan."
Wî got :“Mûsil bajarê biratî û pêkve jiyanê ye û xwedî dîrokeke kevnar e û YNK’ê bi hesta berpirsyarî û armanca jiyana hevbeş, bi Partiya Refa’a Wetanî re bi navê (Yekîtiya Xelkê Nînowa) hevpeymaniyek pêk anî.’’
Berpirsê Buroya Rêxistinê tekez kir ku YNK dê hertim rêya Serok Mam Celal ji bo bihevre jiyankirin û biratiya navbera hemû pêkhateyên bajêr berdewam bike.
PUKMEDIA

zêdetir tamaşe bike

zortrin xwendraw

Ji telefonên we re nûçeyan dinirin

Daxînin

Logo Aplîkêşin

Play Store App Store Logo
The News In Your Pocket