Namzedên Yekîtî: pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar
Rêportaj 10:34 AM - 2023-11-22
PUKMEDIA
Lîstên YNK
Lîst û
namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên
parêzgehan hewla pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar ji bo
wan didin, lîsteyên Yekîtî tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo peydakirina
hemû pêwîstiyan ji bo pêşxistina asta şiyanên ciwanan û avakirina nifşek
yekgirtî, hişmend ji bo pêşxistina civakê li hemû parêzgehan.
Piştgiriya ciwanan û peydakirina pêdiviyên wanNamzedê jimare 27 ê lîsta 142 a Kerkûk hêz û vîna me ye ya Hesen Elî Refîq ji PUKMEDIA re ragihand: Kerkûk rastî xirabûna rewşê hatiye bi taybet di warê piştevanîkirina ciwanan û peydakirina derfetên wekhev ji bo sûdwergirtina ji şiyanên wan de ye.
Got jî: eger em beşdarî civata parêzgeha Kerkûkê bibin, bi îzna Xwedê, emê kar ji bo piştevanîkirina ciwanan, dabînkirina derfetên kar û dabînkirina pêdiviyên wan ji bo baştirkirina jiyana ciwanan bikin.
Peydakirina derfetên kar ji bo ciwananEbdulcewad Cemîl namzedê jimare 24 di hevpeymaniya Xelkê Nînewa 134 de ji PUKMEDIA re ragihand: Em dê kar bikin bo piştevaniya ciwanan û cîbicîkirina pirojeyên ku derfeta kar ji wan re peyda dike, çi ji projeyên veberhênanê û çi ji sektora taybet de be. her tiştê ku xizmeta ciwanan bike em ê li ser bixebitin.
Got jî: Ciwan bingeha civakê ne û eger em ciwanan bi rêk û pêk ava bikin, emê encamên baş û nifşekî hişyar û pêşketî bidest bixin ku dê li ser rêya rast bin.
Wî diyar kir: Asta giringîpêdan bi ciwanan li parêzgeha Nînewayê pir kêm e û derfetên kar di sektora taybet û giştî de pir kêm in, bi hezaran xortên me yên derçûyên zanîngeh û peymangehan hene ku tu derfetên kar nînin, lewra emê rasterast ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan bixebitin.
Pêşxistina şiyanên ciwananNamzedê jimare 25 ji bo lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê ya jimare 120 Hişmend Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me ji bo pêşxistina asta şiyanên ciwanan li parêzgeha Diyalayê kar dike.
Got jî: Ciwan li parêzgeha Diyalayê bi taybetî li navçeya Xaneqînê rastî neheqî û kêmasî û kêmbûna derfetên kar hatine, ji ber wê jî emê kar bikin daku derfeta kar ji bo ciwanan peyda bikin û ji şiyanên wan sûd werbigirin.
Got jî: Emê bi hemû hêza xwe ji bo piştevanîkirina ciwanan û avakirina pirojeyên ku alîkarîya wan dikin, bi taybetî pirojeyên werzîşî û veberhênanê kar bikin û ji bo piştgirî û piştevanîya ciwanan, emê her hewlekê bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

