Şoreşa Dateyan ji Silêmanî ve dest pê dike
Kurdistan 10:41 AM - 2023-11-16
PUKMEDIA
Silêmanî
Di nebûna dane û zanyariyan de pirsgirêk zêdetir bûn û pirsgirêk zêde bûne û bi awayekî zanistî nehatine nîşankirin û çareserkirin, piştî 32 salên rêveberiya Herêma Kurdistanê û bo yekem car li Êraqê di salvegera damezrandina bajarê Silêmanî de roja 14-11-2023 de di bin çavdêriya cîgirê serok wezîran Qubad Talebanî dedestpêşxeriya Şoreşa daneyan û Çareseriyên Aqilmend ji bo geşepêdana Herêmê, di dema destpêkirina çalakiyên yekemîn konferansa MEED li bajarê Silêmaniyê.
Qubad Talebanî peydakirina zanyariyan gava yekem e ber bi geşbûnê ve
Qubad Talebanî di dirêjahiya axaftina xwe de di dema
destpêkirina konferansê de got: Ev proje ji bo komkirina zanyariyan û beşdariya
di çareserkirina pirsgirêkan û pêşxistina asta civakê de gelek giringe û dê
bibe bazneya gihandinê di navbera hemû aliyan de.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got jî: Ji ber ku
zanyariyên rast li ber destê me nebûn, me nekarî projeyan bi awayekî wekhev li
ser hemû deveran dabeş bikin û xuya dike ku li bajaran pêşkeftinên mezin çêbûna
lê li gundan hîn wek berê ye ti pêşkeftin rû ne da ye.
Got jî: Herêma Kurdistanê nabe welatekî pêşkeftî û xwedî
aborî, eger şêwaya hukimdarî û geşepêdana herêmê cîbicî nekin û hemû saman û
şiyanên mirovî û xwezayî di xizmeta geşepêdan û geşbûna zanistî de nebin, ji
ber ku ev herêm xwe dewlemendî û şiyanên
mirovî yên mezin in û divê em ji bo her herêmekê bernameyeke taybet hebe.
Şoreşa Dateyan xizmetên herî baş pêşkêş dike
Serokê Borda saziya MEED Amanc Şehîd Şewket ji malpera fermî
PUKMEDIA regot: Ji salên dirêj ve bi dest me da ti amarên rast nînin ku em pişt
bidinê, Îro saziya MEED vî karî dike û di derbarê hemû herêman de agahiyan
berhev dike, da ku hikûmet li ser bingeha van amaran xizmetê ji hemû welatiyan
re bike.
Got jî: Destpêşxeriya şoreşa agehdariyê ji bo çareserkirin
û tesbîtkirina kêşeyan û pêşxistina çareseriyên bilez ji wan re gelek giringe,
û biryara rast tenê bi hebûna amaran û zanyariyên rast tê dayîn, û dema em
pêngava komkirina agahî û amaran temam bikin, wê demê em dikarin baştirîn
xizmetguzariyan pêşkêşî welatiyan bikin û bileztir pirsgirêkan çareser bikin.
Eşkere ye: Piştî Destpêşxeriya Şoreşa Agahdariyê pêngava
sîstema Smart Solly tê ku sîstemeke nîşandina pirsgirêkan e û dê ji hemû
welatiyan pêşniyaran werbigire ji bo çareserkirina pirsgirêkan û dê lêkolînê li
wan pêşniyaran bike û ev yek jî derî li pêşiya ciwanan vedike ku pirojeyên xwe
pêşkêş bikin û ji şiyanên xwe sûd werbigirin ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Herêma Kurdistanê û Êraq di warê torên zanyariyan de lawaz in
Profesorê alîkar Dr.Çalak Qadir ji zanîngeha Saws Hampton a
Birîtanî ji PUKMEDIA re ragihand: Herêma Kurdistanê û Êraq di warê peydabûna
agahî û amaran de lawaz in û ev yek jî bandoreke berçav li ser çareseriya
pirsgirêkan dike û ji bilî nebûna amarên nû.
Got jî: li cîhanê gelek dosya hene ku em dikarin agahî û
amaran derbarê wan de kom bikin, wek (koçberî, awarebûn, çandinî, aborî ...) û
hebûna zanyarîyan dê bibe sedema helbijartina çareserîya herî baş ji bo
çareserkirina van dosyeyan.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

