Lîst û namzedên Yekîtî: pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar
Kurdistan 01:59 PM - 2023-11-15
PUKMEDIA
..
Lîst
û namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên
parêzgehan hewla pêşxistina şiyanên ciwanan û peydakirina derfetên kar ji bo
wan didin, lîsteyên Yekîtiya Niştimanî tekez kirin ku ew dê kar bikin ji bo peydakirina
hemû pêwîstiyan ji bo pêşxistina asta çiyanên ciwanan û avakirina nifşek
yekgirtî, hişmend ji bo pêşxistina civakê li hemû parêzgehan.
Piştgiriya ciwanan û peydakirina pêdiviyên wanNamzedê jimare 27 ê Kerkûk Hêz û Vîna me ye yê 142 Hesen Elî Refîq ji PUKMEDIA re ragihand: Kerkûk rastî xirabûna rewşên xirabe bi taybet di warê piştevanîkirina ciwanan û peydakirina derfetên wekhev ji bo sûdwergirtina ji şiyanên wan de ye.
Got jî: eger em derbasî parêzgeha Kerkûkê bibin, emê kar ji bo piştevanîkirina ciwanan, peydakirina derfetên kar û dabînkirina pêdiviyên wan ji bo baştirkirina rewşa jiyana ciwanan bikin, ji ber ku ev mijar mafekî rewa ye bo ciwanan.
Peydakirina derfetên kar ji bo ciwananEbdulcewad Cemîl namzedê jimare 24 di hevpeymaniya Xelkê Nînewa 134 de ji PUKMEDIA re ragihand: Em dê kar bikin bo piştevaniya ciwanan û cîbicîkirina pirojeyên ku derfeta kar ji wan re peyda dike, çi ji projeyên veberhênanê û çi ji sektora taybet. her tiştê ku xizmeta ciwanan bike, em ê li ser bixebitin.
Got jî: Ciwan bingeha civakê ne û eger em ciwanan bi rêk û pêk ava bikin emê encamên baş û nifşekî hişyar û pêşketî bidest bixin.
Amaje bi wê yekê jî kir ku asta girîngîpêdan bi ciwanan li parêzgeha Nînewayê pir kêm e û derfetên kar di sektora taybet û giştî de pir kêm in, bi hezaran xortên derçûyên zanîngeh û peymangehan hene ku bê derfetên kar in, lewra em ê dê kar rasterast ji bo peydakirina derfetên kar ji bo ciwanan bikin.
Pêşxistina şiyana ciwanan
Namzedê
jimare 25 ji bo lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê
ya jimare 120 Hoşmend Hesen ji PUKMEDIA re ragihand: Lîsteya me ji bo
pêşxistina asta şiyanên ciwanan li parêzgeha Diyalayê kar dike.
Got
jî: Ciwan li parêzgehê bi taybetî li navçeya Xaneqînê rastî neheqî û kêmasî û
kêmbûna derfetên kar hatine, ji ber wê jî emê kar bikin daku derfeta kar ji bo wan
peyda bikin û ji şiyanên wan sûd werbigirin.
Got
jî: Emê bi hemû hêza xwe ji bo piştevanîkirina ciwanan û avakirina pirojeyên ku
alîkarîya wan dikin, bi taybetî pirojeyên werzîşî û veberhênanê kar bikin û ji
bo piştgirî û piştevanîya ciwanan emê hewl bidin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

