YNK dê dawî li biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra bîne
Kurdistan 11:05 AM - 2023-11-07
PUKMEDIA
Herêmên nakok
Lîsteyên Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) û hevpeymaniyên encumenên parêzgehên Iraqê hewl didin biryarên biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra betal bikin û di wê baweriyê de ne ku ev biryar berovajî destûr û yasa ne û dê rê li binpêkirina mafên civakan bigire.
Namzetên YNK’ê biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra red dikinBiryar Şivanî berbijêrê jimare 18 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hevpeymaniya Kerkûkê de ku jimare 142, ji PUKMEDIA re ragihand: “Tevî ku di sala 2006an de biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra ji aliyê Encûmena Wezîrên Iraqê ve hatibûn redkirin, lê dîsa jî beşek ji parêzgaran cîbicîkirina wan li navçeyên nakok pêk tînin, ji ber vê yekê cîbicîkirina biryarên Encûmena Wezîran a redkirina van yasayan dê karê me be.”
"16 biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra bi fermî hatine redkirin, lê eger madeya 140 ku madeyeke destûrî ye were cîbicîkirin, dê hemû biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra bi dawî bibin û mafên civakan zêdetir bên parastin." Biryar Şivanî got
Biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra ne destûrî û neqanûnî neNamzedên YNKê bi wergirtina hejmareke zêde ya kursiyên encûmena parêzgeha Diyalayê, kar li ser redkirina biryarên encûmena serkirdatiya Sewra dikin, ku ne destûrî û neqanûnî ne.
Namzedê jimare 18 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Diyalayê Hemîd Mecîd Fethullah jimare 120, ji PUKMEDIA re ragihand: “Hewldanên me yên ji bo redkirina biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra berdewam in, emê bi temamî dawî li van biryarên nedestûrî û yasayî bînin, lewma erk e ji bo me hemûyan hewl bidin ku bi qasî ku dibe bila bibe namzetên meclîsên parêzgehan bi dest bixin.”
Her wiha got: “Kurd û Tirkmenan ji ber biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra gelek ziyan dîtine û erkê me ye ku di pêşerojê de madeya 140 a destûrê pêk bînin û mafên gelê xwecih ên bajêr vegerînin.’’
Namzetên YNK'ê rê li binpêkirina mafên Kurdan digirinNamzetên YNKê hewl didin bi rêya Encûmena Parêzgeha Nînowa dawî li cîbicîkirina biryarên Encûmena Serkirdayetiya Sewra bînin, ku ziyaneke mezin daye Kurdan û mafên wan binpê dike.
Namzedê jimare 8 yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) di hevpeymaniya Yekîtiya Gel a Nînowa de jimare 134 , Nêçîrvan Îsa Mirmsu ji PUKMEDIA re ragihand: “Kurd ji ber cîbicîkirina biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra li parêzgeha Nînowa gelek ziyan dîtine û em hewl didin bi rêya encûmena parêzgehê dawî li cîbicîkirina wan biryaran bînin.”
Her wiha got: “YNK hewl dide bi qasî ku ji destê wan tê berbijêran bişîne encumena parêzgeha Nînowa da ku rê li binpêkirina mafên kurdan û binpêkirinên ku di dema borî de ji ber van biryaran li dijî wan hatine kirin, bigre.’’
Di heyama 35 salên desthilatdariya Beis li Iraqê de, Encûmena Serkirdatiya Sewra çendîn biryar li dijî Kurd û Tirkmenan derxist.Di sala 2006ê de, piştî sê salan ji rûxandina rêjîma Beisê, Encûmena Wezîrên Iraqê 16 biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra betal kirin, lê parêzgarên bi wekalet li navçeyên nakok hîn jî biryarên encumenê dişopînin. Encûmenên parêzgehên Iraqê li gorî derfetan hewl didin hemû biryarên Encûmena Serkirdatiya Sewra hilweşînin û bang li kurd û pêkhateyên din ên li van deveran dikin ku dengê xwe bidin namzedên YNKê ji bo vegerandina mafên xelkên xwecihî yên van deveran.
Encumena Wezîran roja 18-7-2023 proje yasaya betalkirina biryarên Encumena Serkirdayetiya Şoreşê li ser zeviyên çandiniyê li Kerkûkê pesend kir, ev proje qanûn betalkirina her 9 biryarên ku ji dema niha ve zeviyên çandiniyê yên Kurd û Tirkmenan li Kerkûkê dagîr kirine.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

