Namzetên Yekîtiya Niştimanî... soz û bernameyek ji bo jinavbirina gendeliyê
Rêportaj 10:40 AM - 2023-11-06
PUKMEDIA
lLîsteyên Yekîtiya Niştimanî
Namzedên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên
encumenên parêzgehan soza têkoşîna li dijî gendeliyê û pêkanîna şefafiyê di
karên rêveberî û projeyên xizmetguzariyê de dan.
Di peyamên xwe yên hilbijartinê de, lîstên Yekîtiya Niştimanî
tekezî li ser karkirina ji bo rûbirûbûna gendeliyê û danîna şefafiyê di
pirojeyên xizmetguzariyê de û pêşkêşkirina wan ji welatiyan re bê cudahî kirin.
Parêzgeha NînewaNamzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Yekîtiya Xelkê Nînewa de Derwîş Bîso Elî Xelef ji PUKMEDIA re ragihand: Emê ji bo rûbirûbûna gendeliyê li parêzgeha Nînewa kar bikin.
Got jî: Emê kar li ser dosiya qerebû û şaredariyê bikin ku gendelî tê de heye, û emê kar bikin bo pêşxistina rastiya çandiniyê û şerê li dijî gendeliyê di hemû waran de.
Parêzgeha KerkûkêNamzedê lîsta Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di Hevpeymaniya Kerkûk Hêz û Vîna me ye de Hazim El-Hemondî ji PUKMEDIA re ragihand: Gendeliya rêveberî heta asteke mezin li parêzgeha Kerkûkê heye û komîteyeke çavdêriyê ji bo çavdêriya karûbarên îdarî nîne.
Got jî: Parêzgarê Kerkûkê bo yek neteweyekê kar dike û emê kar li dijî gendelîyê bikin û li hemû deverên Kerkûkê emê xizmeta hemû pêkhateyan bikin û projeyên xizmetguzarî cîbicî bikin bi rêya bernameya yekîtî.
Parêzgeha DiyaleNamzedê lîsta Yekîtiya Niştimanî li Parêzgeha Diyaleyê Aram Mihemed Salih ji PUKMEDIA re ragihand: Dema ku em derbasî Encûmena Parêzgeha Diyaleyê bibin dê li ser du bingehên girîng kar bikin.
Bingeha yekem ku emê li ser kar bikin xizmetkirina welatiyan e, û bingeha duyem jî rûbirûbûna gendeliyê ye. Parêzgeha Diyale yek ji parêzgehên ku belaya gendeliyê têde gihîştiye astek gelek bilind û pêdiviya wê bi bernameyeke bihêz heye ku were ser hev.
Jimareyên listen Yekîtiya Niştimanî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke lîsteyeke serbixwe
beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Diyale û Selahedîn dibe û li
parêzgehên Kerkûk û Nînewa jî di çarçoveya hevpeymaniyên hilbijartinan de
beşdar dibe.
Yekîtiya Niştimanî di çarçoveya (Hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û
Vîna me ye) de û di lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku di 5-8-2023 de Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û
Partiya Komunîst wek yekem hevpeymaniya Kurdistanî bo hilbijartinên Encûmena
Parêzgeha Kerkûkê hat ragihandin ji bo ku dengên Kurdistanî li parêzgehê belav
nebe.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyaleyê bi hejmara (120) beşdarî hilbijartinên encumena parizgehê jimare dibe.
Li Parêzgeha Nînewa jî Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên
encumenên parêzgehê de bi lîsta (Yekîtiya Xelkê Nînewa) bi hejmara (134) beşdar
dibe.
Li Parêzgeha Selahedîn de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî di
hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsta “Girseya Netewî” ya bi hejmara
(226) beşdar dibe.
Li Parêzgeha Bexdayê de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Şêx Casim El-Siwêrmîrî di hilbijartinên Encûmena Parêzgehan de bi
hejmara 204 beşdar dibe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

