Namzedên Yekîtî madeya 140 bi parêzerê mafên pêkhateyan dizanin
Kurdistan 07:05 PM - 2023-11-05
PUKMEDIA
Kela Kerkûkê
Bi destpêkirina kampînên hilbijartinan re, dengên şovenîst ji aliyê hinek namzedên pêkhateya ereb li Kerkûkê ve derbarê kurdan û mafên wan ên destûrî û yasayî de bilind dibe, wek namzedê Hevpeymaniya Arobe li Kerkûkê Ezam Hemdanî tekez kir ku ew maddeya 140 û vegerandina Pêşmerge bo Kerkûkê û vegerandina zeviyên destdirêjî li ser hatine kirin yên ku taxên kurdan li ser hatine avakirin red dikin. û amaje bi wê yekê dike ku madeya 140 madeyeke destûrî ye û her gotinek derbarê redkirina wê de wek binpêkirina destûr û yasayê tê dîtin.
Dadgeha Federal biryar da ku xala 140 bimîne
Di bersiva daxuyaniya namzedê Erebî ya derbarê madeya 140 de, namzedê jimare (29) yê hevpeymaniya Kerkûkê (Hêz û îradeya me) ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Ferhad Omer Kerîm di daxuyaniyekê de bo (PUKMEDIA) ragihand: Madeya 140 madeyeke destûrî ye ku ji bo asayîkirina navçeyên dabrênrewekan û vegerandina mafên wan ji xwediyên wan re hatiye danîn, Serok Bafil Celal Talebanî tekezî li ser pêwîstiya cîbicîkirina vê madeya destûrî kir, ji ber ku Kerkûk navenda stratejiya têkoşîna Yekîtiya Niştimanî ye.
Ferhad Omer Kerîm got jî: Dadgeha Federalî mayîn û derbasbûna maddeya 140 pejirand, ji ber ku naverok û armanca vê madeya destûrî ku vegera awareyan, asayîkirin, serjimartin û piştre referandum nayê bicih anîn. Ji ber vê yekê em dibêjin ku daxuyaniyên bi vî rengî ji niyeteke nebaş tên û ji me re lazim e ku em girseya xwe agahdar bikin bo serxistina Hevpeymaniya me li Kerkûkê .
Pêşmerge bê cudahî parastina xelkê Kerkûkê kir
Namzedê Erebî yê Hevpeymaniya Erebî Ezam El-Hemdanî jî amaje bi wê yekê dike ku beşdariya Ereban di van hilbijartinan de ji bo bidestxistina hejmara herî zêde kursiyan û danîna parêzgarekî Ereb û amaje bi vegerandina yasayê û vegerandina erdên dorpêçkirî jî kir ku deverên kurdan li ser hatine avakirin li Şoraw û Bence Alî û Feyleq .
Azad Şerîf Ferec namzedê jimare (15) yê hevpeymaniya Kerkûkê Hêz û Vîna me ye di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA got: Kerkûk bajarekî Kurdistanî ye û vegera Pêşmerge bo wî bajarî dê ji bo parastina hemû pêkhateyên Kerkûkê be,wek ku çawa ku di dema êrişên terorîstên DAIŞê de parast.
Em ê malbatên xwe bi rêyên qanûnî biparêzin
Derbarê avakirina taxên Kurdistanî de, berbijêrê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Azad Şerîf Ferec jî amaje bi wê yekê kir: “Ev diyarde li hemû parêzgehên Êraqê heye ne tenê li parêzgeha Kerkûkê û ew taxên Kerkûkê bi eslê xwe axa Kurdistanî ne. Yên ku piştî sala 2003an li ser wan avahî û taxan çêkirine, gelên kurd resen in ên ku di pêvajoya erebkirinê de ji aliyê Partiya Baas a ve ji bajêr hatin koçberkirin û li gorî xala 140’an vegeriyan warên xwe yên resen.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

