Hevpeymaniya Yekîtiya Nînewa bo vegerandina koçberan kar dike
YNK 09:47 PM - 2023-11-03
PUKMEDIA
Hevpeymaniya xelkê Nînewa
Hevpeymniya Yekîtiya Xelkê Nînewa jimare 134 bo hilbijartinên encumenên parêzgehan, kar dike ji bo vegerandina awareyên parêzgeha Nînewayê bo cihên xwe yên resen, bi rêya dabînkirina hemû xizmetguzariyên pêwîst û xaniyan ji wan re û qerebûkirina wan bi awayekî guncaw.
Hevpeymaniya Xelkê Nînewa ku ji partî û hejmarek ji namzedên şareza û xwedî ezmûn û pispor pêk tê, kar dike bo xizmetkirina beşên curbicur li parêzgeha Nînewa û kariye giyana pêkvejiyana di navbera hemû pêkhateyên netewî, olî û mezhebî de pêk bîne û bihêz bike.
Dabînkirina xaniyan ji bo koçberan
Namzeda Hevbendiya Xelkê Nînewa Leyla Efdal Nûrî ji PUKMEDIA re ragihand: Em dê kar bikin daku xaniyan ji awareyan re peyda bikin ji ber ku piraniya malên wan di encama şerê parêzgeha Nînewa de wêran bûne.
Wê got jî: Emê di Hevpeymaniya Xelkê a Nînewayê de kar bikin ji bo qerebûkirina awareyan û alîkariya wan di avakirina malên xwe de yan peydakirina xaniyên nû ji wan re, û li şûna ku em pere bidin wan dema ew li kampan in, divê em pereyan bidin wan, da ku karibin di nava bajarê xwe de bijîn.
Parastina mafên koçberan
Leyla Efdal Nûrî dibêje: Em di Heveymaniya Xelkê Neynewayê de dê kar bikin ji bo hêsankirina danûstandinên şehîdan bo malbatên aware yên ku zarokên xwe ji dest dane, û eger em beşdarî Encûmena Parêzgeha Nînewa bibin, emê kar û piştevaniya awareyan bikin ji bo bidestxistina mafên xwe li Bexdayê.
Wê got jî: Emê kar bikin ji bo peydakirina hemû xizmetguzariyan ji welatiyên parêzgehê re,Bi taybetî koçberên bajarê Kevin derbider bûne, divê ev dever bi awayekî rêkûpêk bê avakirin û vegere rewşa berê, em ê ji bo dabînkirin û daxwaza mafên hemû welatiyan li parêzgeha Nînewa kar bikin.
vegerandina koçberan bi rêyên qanûnî
Namzedê Hevpeymaniya xelkê Nînewa Xalid Silêman Şerîf ji PUKMEDIA re ragihand: Em dê bi piştevaniya xelkê parêzgeha Nînewa kar bikin bo vegerandina awareyan bi rêyên yasayî.
Wî her wiha got: Em dê kar bikin ji bo cîbicîkirina yasayên ku alîkariya awareyan dikin, qerebûkirina wan, dabînkirina xanî ji wan re, û dabînkirina mercên guncaw ji bo vegera wan.
Vegera dilxwazî
Xalid Silêman Şerîf dibêje: Emê kar bikin ku hemû xizmetguzariyên serekî ji awareyan re pêşkêş bikin û wan teşwîq bikin ku vegerin malên xwe, ji bo ku koçber bi awayekî xwebexş vegerin cihên xwe yên resen.
Got jî: Emê kar bikin bo dabînkirina ewlehî û asayîşa awareyan û rê li ber vegera wan bi şêweyekî minasib û guncaw vekin, ji ber ku eger xanî û xizmetguzarî ji wan re hebin, bêguman dê bi awayekî xwebexş vegerin malên xwe.
Zêdeyî 120 hezar kes li kampan koçber bûne
Berpirsê ragihandinê yê navenda rêxistina Nînewa ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xeyas Sûrcî ji PUKMEDIA re ragihand: Hêj zêdetirî 120 hezar aware li kampan mane.
Got jî: Ev kes di kampên parêzgehên Duhok û Silêmanîyê de dijîn û di nav wan de 40 hezar kes li parêzgaha Duhokê mafê dengdanê di helbijartinan de hene û 5 hezar kes jî mafê dengdanê li kempa Silêmaniyê hene.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

