Serok Bafil: Tenê bi yekrêziyê em dikarin Kurdistanê biparêzin
Kurdistan 09:24 PM - 2023-11-01
Ofîsa Serokê YNKê
Serokê YNKê Bafil û Konsulê Giştî yê Holendayê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî li baregeha mekteba siyasî ya bajarê Hewlêrê pêşwaziya Jako Birends Konsulê Giştî yê Şahnişîna Holenda li Herêma Kurdistanê kir.
Di civînê de ku bi amadebûna Derbaz Kosret Resûl Berpirsê Buroya Pêwendiyan û Dara Xeylanî endamê Serkirdayetiya YNKê hat lidarxistin, rewşa giştî ya Herêma Kurdistanê û hilbijartin hate gotûbêjkirin.
Derbarê pirsa helbijartin û peywendiyên di navbera hêz û aliyên siyasî yên Herema Kurdistanê de jî Serok Bafil got: YNK piştgîriya her hewlekê bo bihêztir kirina sazî û dezgehên Herema Kurdistanê dike, em dixwazin ew pirsgirêkên ku di warê nîştimanî de ne bi hemahengî werin çareser kirin. Hilbijartinên adil ên ku bersivê bidin xwestekên hemû alîyan dê misogerkirina van armancên bilind bike.
Di civînê de behsa rêkxistina hêzên Pêşmerge jî hat kirin û Serok Bafil got: "Pirsgirêk taybetiyên xwe heye û em ê hemû hewlên xwe didin ji bo derbaskirina astengan. Em dixwazin hêzeke niştimanî ya bihêz ava bikin ku xizmeta berjewendiyên herî bilind bike, lê divê adil be û dûrî berjewendiyên taybet be.
Serok BafIl di derbarê jiyana welatiyan û rewşa nebaş a mûçeyên karmendan de wiha got: "Ji bo bidawîkirina vê rewşa nediyar divê hemû hewldan bibin yek û êdî rê nedin ku jiyana gel bibe qurbanê nakokiyên siyasî. Hewldanên me yên ji bo vê yekê berdewam dikin û dabînkirina jiyaneke bi rûmet ji bo gelê me karê me ye."
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

