Serok Mam Celal di bîranînên Kamran Qeradaxî de
Kurdistan 08:27 PM - 2023-10-31
PUKMEDIA
Serok Mam Celal û Kamran Qeradaxî
Kilîta vekirina peywendiyên navbera hikûmeta Tirkiyê û Başûrê Kurdistanê ,Serok Talebanî û Serokomar Torgut Ozal bû, bi hevdîtina dîrokî ya li Koşka Çankayayê ku endezyarê vê asayîbûnê rojnamevanê navdar û xwedî ezmûn Kamran Qeradaxî bû.
Yek ji pirtûkên herî bi qîmet û girîng ên ku vê dawîyê hatine çapkirin û belkî tomareke dîrokî ya kêm wêne jî, bîranîna "Rabî el-Kurd el-Damî - Şehîd û Şehîdên Serhildana Kurdî" ya rojnamevan Kamîran Qerdaxî li Dar El-Madî ye hatiye weşandin sala 2022’an.
Ev pirtûk tijî belge û hevpeyvînên bi kesê yekem û rojnamevanên pêwendîdar re li ser bûyerên Başûrê Kurdistanê ye, nivîskar rola rojnamevaniyê dilîze û piştre jî weke pira ragihandinê û organîzekirina hevdîtinên di navbera Serok Mam Celal û Serokomar Turgut Ozal de ye. Her wiha di gelek waran de bi taybetî piştî serhildana Başûrê Kurdistanê gelek name û plan ji Serok Talebanî û Serok Mesûd Barzanî re şand.
Bûyerên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê û guhertinên dramatîk
Ev pirtûk wek nivîskar di pêşgotina pirtûkê de hatiye weşandin .Bûyerên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê û guhertinên dramatîk (1970-1996) ji hilweşîna şoreşê û dagîrkirina Kuweytê ji aliyê artêşa Sedam Husên ve, plan, bername û hûrgiliyên serhildana 1991ê , nehêniyên danûstandinên Eniya Kurdistanê bi rêjîma Sedam re, şerê navxweyî û karesata 31ê Tebaxê vedihewîne.
Kamran Qeradaxî , derçûyê zimanê rûsî ye ji Yekîtiya Sovyetê û rojnamevanek xwedî ezmûn e, çîroka yekem hevdîtina Serok Mam Celal û Serok Torgut Ozal di 14ê Hezîrana 1991ê de vedibêje, ku di rojnameya El-Heyat de li Londonê kar kiriye û ji bo şopandina bûyeran weke nûnera rojnameyê serdana Enqereyê kir, lê carekê ji aliyê Kaya Tobîrî şêwirmenda çapemeniyê ya Serokomar Torgut Ozal ve ji bo civîneke çapemeniyê ya ku tenê 20 deqîqe dom kir, hat agahdarkirin lê Ozal saetekê pirs kir. Civînê qeşa di navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê de şikand û piştî çendîn serdan, pêwendî rê li ber vekirinê, piştre di bûyereke dîrokî û kêm wêne de, civîna dîrokî hat sazkirin û ji wê demê ve avakirina peywendiyên di navbera Başûrê Kurdistanê û Tirkiyê de dest pê kir.
Kamran Qeradaxî rola dîrokî û girîng a rojnamevanê navdarê tirk Cengiz Çandar di vê pêvajoyê de wek şêwirmendê nefermî yê Turgut Ozal ku ji bo serxistina pêvajoyê her tim li ser xetê bû, dinirxîne.
Ev bîranîn ji aliyê agahiyên dîrokî ve dewlemend e an jî nivîskar bi xwe rolek lîstiye û ji bo agahdarî an hevdîtinên bi kesê yekem re têkildar bûye karakterê sereke ye. Dikare bê gotin ku teknîka nivîsandinê û awayê nivîsandina gotaran bi çêjeke baldar pêşketiye û xwîner bi tevahî bûyerên Başûrê Kurdistanê û guhertinên pê re tê naskirin.
Piştî ku di navbera salên 1988-1998’an de di rojnameyeke naskirî ya weke El-Heyet de xebitî û piştre di Radyoya Dengê Azadî de xebitî, bi berdewamî li gel Serok Mam Celal û serokên kesê yekem ên Başûrê Kurdistanê û Iraqê dişopand û di nav pêyîwendiya de bû.
Kamran Qeradaxî behsa jêhatîbûn, azmûn û qanihbûna xwe ya li gel Serok Mam Celal dike û çawa Serok Talebanî di demeke kurt de bi rojnamevan, dîplomat, pispor û mamostayên navendên analîtîk û navendên stratejîk ên navneteweyî re bû dost û di vî warî de ev pirtûk gelek mînakên zindî dihewîne.
Tehamula Serok Mam CelalQeradaxî dibêje, piştî yekem diyariya dîtin û hevpeyvîna piştî destpêkirina şerê navxweyî, Serok Mam Celal ji awayê nivîsandina nûçe û nivîsên min di şopandina şerê navxweyî de nerazî bû û çendîn nameyên tund û hişyariyê ji min re şandin, lê dema ku min li ser navê Wezareta Derve ya Tirkiyê nameya Tanso Çeler û Suleyman Demîler ku wê demê serokwezîr û serokomarên Tirkiyê bûn, jê re anî, derengiya şevê li Qelaçolanê li benda min bû wî ez wek hevalekî herheyî pêşwazî kirim û hemû derd û kulên min ji bîr kiribû.
Şok kirinê desthiladarên Turkiye
Piştî sari û têkçûna peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê di sala 1995ê de, hikûmeta Tirkiyê bi rêya Wezareta Derve, nivîskarê pirtûkê du nameyên taybet û veşartî ji Mesûd Barzanî re wek Serokê PDKê û Serok Mam Celal şand. Kamran Qeradaxî dibêje, min ji birêz Mesûd re got ku ez dikarim bersiva wî ji Tirkiyê re bişînim, lê wî spasiya min kir û got ku emê bi rêya peywendiyên xwe bersiv bidin.“Piştî ku ez li Silêmaniyê mam, ez vegeriyam cem Serok Mam Celal ku bersiva nameyekê bidim, di nav deh deqeyan de nameyek kurt nivîsand û radestî Wezareta Derve ya Tirkiyê kir bi rêya min.
Wezareta Derve ya Tirkiyê, navendên siyasî û çavdêrên siyasî yên Tirkiyê li hember vê bersivê matmayî man û gotin ku Talebanî bi pispor û mamostayên zanîngehên Tirkiyê re şêwirî kiriye. Turkiye bersiv pir ecibandin, ji bersiva bi hêz matmayî man, digotin Talebanî ji pispor û mamostayên zanîngehên Tirkiye şêwirî, lewma pir xweş nivîsîbû, dema serok Mam Celal bihîst, pir kêfxweş bû û dikeniyadi civînan de digot Kamran Qeradaxî şahid e, min di deh deqeyan de nivîsand.
Di vê pirtûkê de ne mimkûn e ku mirov hemû hûrguliyên vê pirtûkê bilêv bike, ji ber ku xwendin girîng e, nemaze hûrgiliyên serhildana gelê Kurd a sala 1991, hûrguliyên danûstandinan û sedemên têkçûna wê, hewldanên aştiyê yên ji bo rawestandina şerê navxweyî û çendîn mijarên girêdayî Herêma Kurdistanê di salên (1970-1996) de bi berfirehî têne behskirin.
Pirtûkekî Dîrokî
Aliyekî din ê dewlemend ê pirtûkê, hevpeyîvînê bi van rêberan re li ser serhildan û danûstandinên ligel rêjîma Beis di sala 1993 de ye, ku ev in (Serok Mam Celal, Nûşêrvan Mistefa, Kosret Resûl, Dr. Fuad Mesûm, Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî, Ednan Muftî, Mihemed Tewfîq, Samî Ebdulrehman, Ebdulmehîm Barzanî, Felakeddîn Kakayî, Cebar Ferman, Ferîdûn Ebdulqadir, Azad Berwarî). Her wiha hevdîtineke dîrokî ya bi Abdullah Ocalan re.
Di vê berhema kêm de, Kamran Qeradaxî ku 2 sal û nîv wek berpirsê ofîsa Serok Mam Celal kar kiriye û di sala 2007an de xanenişîn bûye, beşa duyem a bîranînên xwe veqetandiye wê serdemê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
10:24 AM - 2025-12-06 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
08:15 PM - 2025-12-05 -
Zelalbûnek derbarê biryara di rojnameya Îraqê de hatiye weşandin, Sûdanî daxwaza lêpirsîna lezgîn dike
04:56 PM - 2025-12-04 -
9 namzed ji bo posta Serokwezîrê Federal
11:49 AM - 2025-12-04
zêdetir tamaşe bike
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
10:49 AM - 2025-12-06
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
08:05 PM - 2025-12-05
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
12:02 PM - 2025-12-05
Dahata hefteya borî zêdetir ji 11 milyar dînare
10:04 AM - 2025-12-05
zortrin xwendraw
-
Medyaya Ukranî:Li Çernîgovê teqîn,li Kîevê jî hişyariya esmanî
Cîhan 10:24 AM - 2025-12-06 -
Buhayê Tomen li hemberî Dolar gelekî daketiye
Cîhan 10:49 AM - 2025-12-06 -
Rêjeya hejariyê li Îraqê kêm dibe
Êraq 11:32 AM - 2025-12-06 -
Seidî Pîre: Derhênerê sînaryoya vê carê jî ne baş bû
Kurdistan 12:02 PM - 2025-12-05 -
Xwepêşandan li bajaroka Xebat berdewam e
Kurdistan 08:05 PM - 2025-12-05 -
Srokatiya Komarê: Pesendkirina biryara nasandina du grupan wek terrorist red dike
Êraq 08:15 PM - 2025-12-05



.jpg)


Aplîkêşin

