YNKê amadeye ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan
Kurdistan 07:26 PM - 2023-10-31
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Kampanyaya hilbijartinan ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ku biryar e roja 18.12.2023 were lidarxistin, sibê 01.11.2023 dest pê dike.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgehên Kerkûk, Nînowa, Selahedîn û Diyale bi 112 namzedan û bi namzedek serbixwe li paytext Bexdayê ji kesên jêhatî û dilsoz ên hemû pêkhateyan beşdarî hilbijartinan dibe.
Li gor daxuyaniyeke Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan ku ji aliyê PUKMEDIA ve hatiye dîtin, sibe roja Çarşemê 1/11/2023, helmeta hilbijartinan ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê dest pê dike, ku dê heta 15/12/2023 bi beşdariya zêdetirî 6 hezar kesan berdewam bike.
Komîsyon navên hemû namzetên Yekîtiya Niştimanî pesend dikeBerpirsê Ofîsa Hilbijartinan a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rizgar Hacî Hema di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re ragihandibû: “Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk, Diyale, Selahedîn û Nînowa 112 berbijêr hene û ti namzedên me di qanûna hesabpirsîn û dadmendiyê de cih negirtin.”
Rizgar Hacî Hema got jî: “Hemû namzedên me kesên jêhatî ne ku hêjayî erk û berpirsyariyê ne û tu dîroka wan a tevlîbûna partiya Beis a hilweşiyayî tune ye. Hêvîdar im ku baweriya welatiyan li navçeyên cihê nakokiyê bi dest bixin da ku mafên xwe yên rewa biparêzin.”
Berpirsê Ofîsa Hilbijartinan eşkere kir ku, biryar e di destpêka meha Mijdara bê de kampanyayên propagandaya hilbijartinan dest pê bikin û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinên dahatî yên encumenên parêzgehan kiriye.
Jimarê lîstê YNKYekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê weke lîsteyeke serbixwe beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Diyala û Selahedîn dibe û li parêzgehên Kerkûk û Nînowa jî di çarçoveya hevpeymaniyên hilbijartinan de beşdar dibe.
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di çarçoveya (Hevpeyîmaniya Kerkûk hêz û îradeya me ye) de û di lîsteya jimare (142) de beşdarî hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê dibe, ku pêk tê ji Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Komunîst ku 23/5/2023 wek yekem hevpeymaniya Kurdistanî bo hilbijartinên Encûmena Parêzgeha Kerkûkê ji bo ku dengên Kurdistanî belav nebe li parêzgehê ava bû.
Lîsteya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li parêzgeha Diyalayê bi hejmara (120) beşdarî hilbijartinên encumenên parêzgehan dibe.
Li Parêzgeha Nînowa, Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsteya (Yekîtiya Xelkê Nînowa) bi hejmara (134) beşdar dibe.
Di derbarê Parêzgeha Selahedîn de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî di hilbijartinên encumenên parêzgehan de bi lîsta “Girseya Netewî” ya bi hejmara (226) beşdar dibe.
Di derbarê Parêzgeha Bexdayê de jî, namzedê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Şêx Casim El-Suweyrîmîrî di hilbijartinên Encûmena Parêzgehan de bi hejmara 204 beşdar dibe.
…
Parêzgeha NînowaBerpirsê Navenda Rêxistina Nînowa ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aras Mihemed Axa ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên xwe bo hilbijartinên encumenên parêzgehan kiriye ku biryare di meha bê de were lidarxistin.
Got jî: 52 namzedên me li ser lîsteya hevpeymanîya me hene bo lidarxistina hilbijartinan li parêzgeha Nînowa ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Tirkmen, Êzidî, Kakaî û Şebek pêk tê .
Parêzgeha KerkûkêBerpirsê Navenda Rêxistinên Kerkûkê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Rawand Mela Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand: Parêzgeha Kerkûkê giringiyeke taybet bo Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê heye û em bi hemû hewlên xwe hewl didin ku rêjeya herî zêde ya dengan di encûmena parêzgehê de bidest bixin ji bo îsbatkirina Kurdistaniya parêzgehê.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi Partiya Komunîst a Kurdistanê re hevpeymaniyek heye ku di hilbijartinên bê de bi navê (Hevpeyîmaniya Kerkûk hêz û îradeya me ye) û bi rêya 30 berbijêran bi hejmara 142 beşdar dibin.
Parêzgeha SelahedînCîgirê Berpirsê Navenda Rêxistina Hemrînê ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Mihemed Mehmûd ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hemû amadekariyên pêwîst bo beşdarbûna hilbijartinên encumenên parêzgehan ku biryare di 18.12.2023 de bê lidarxistin, kirine.
Got jî: Yekîtîya Niştîmanî yek berbijar bo hilbijartinên civata parêzgehan heye, û emê bi hemû hewlekê hewl bidin bo serxistina wê, û em dê kar bikin bo wergirtina kursî di civata parêzgeha Selahedîn de.
Parêzgeha DiyalaBerpirsê desteya hilbijartinan li Navenda Rêxistinên Xaneqînê Husam Elî ji PUKMEDIA re ragihand: Li Xaneqînê amadekarî ji bo hilbijartinên encumenên parêzgehan tên kirin û me ji bo hemû herêman ji bo amadekariyên kampanyayên hilbijartinan tîm û komîte ava kirine.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi hejmara 120 ,her hemû 30 namzed hene ku di hilbijartinên encumenên parêzgehê de beşdar dibin û namzed jî ji hemû pêkhateyên parêzgeha Diyalayê ne û em çaverê dikin Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di encûmena parêzgehê de dengên mezin bidest bixe di hilbijartinan de.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02 Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02



.jpg)


Aplîkêşin

