Harem Kemal Axa: Li firokexaneyên Silêmanî û Erbetê ti hebûna biyaniyan nîne
Kurdistan 11:52 AM - 2023-10-31
PUKMEDIA
Harem Kemal Axa
Serokê firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Harem Kemal Axa tekez kir, ku firokexaneyên Silêmanî û Erbet tenê ji bo mebestên sivîl tên bikaranîn û ti hebûna leşkerî li her du firokexaneyan nîne.
Endamê Lijneya Asayîş û Berevaniyê ya Parlamentoyê Harem Kemal Axa di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA yê re ragihand: Gelek komîteyên parlamentoyê û hikûmetê serdana firokexaneyên Erbet û Silêmaniyê kirin û raportên xwe derbarê bombebarankirina her du firokexaneyan pêşkêşî Komîteya Asayîş û Berevaniyê û Serokatiya Meclisa Nûneran kirin.
Binpêkirina eşkere ya serweriya IraqêNûner Harem Kemal Axa got jî: Tişta ku li dijî firokexaneyên Erbet û Silêmaniyê qewimî, binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye û hemû belge nîşan didin ku êrîşa li ser serweriya Iraqê ne rewa ye û me daxwaz ji hikûmeta federal kir ku pêwîste Turkiye dest ji van êrîşan berde, ji ber ku jiyana mirovan dikevin xeterê.
Got jî: Em berdewam in li ser hewlên xwe bo rawestandina van êrîşan, û serdana Şêwirmendê Asayîşa Nîştîmanî ya Îraqê birêz Qasim El-Erecî bo Silêmanîyê giringîya xwe heye û dîyar kir ku berdewamkirina van kiryarên ne destûrî ye û binpêkirina serweriya Iraqê ye.
Li her du balafirgehan kesên biyanî tune neEndamekî komîteya asayîş û berevaniyê dibêje: Me wekû komîteya asayîş û berevaniyê serdana firokexaneyên Silêmanî û Erbetê kir û çend caran tîmên hikûmetê serdana her du firokexaneyan kirin û hemû rastî ji hikûmeta federal re eşkere bûn ku ev mijar siyasî ne , binpêkirina serweriya Iraqê ye , ne rewa ne , ti hebûna biyaniyan li wan her du firokexaneyan nine û divê hemwelatî bên parastin ji metirsiyên bombebarankirinê dubare.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

