Qasim El-Erecî piştrast dike ku ti biyanî li firokexaneyên Silêmanî û Erbetê nebûn
Kurdistan 06:09 PM - 2023-10-29
PUKMEDIA
Qasim El-Erecî
Şêwirmendê Asayîşa Nîştimanî ya Êraqê Qasim El-Erecî di serdana xwe ya bo bajarê Silêmaniyê û hevdîtina xwe ya li gel Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê de piştrast kir ku li firokexaneyên Silêmanî û Erbet ti leşker û sivîlên biyanî nebûn.
Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Êraqê li ser hesabê xwe yê taybet li ser platforma (X) got: “Piştî serdana komîta berpirsê firokexaneyên Silêmanî û Erbetê ku bi fermana serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî hatiye avakirin, em piştrast dikin ku her du balafirgeh ji hebûna biyanî bêpar in.”
Qasim El-Erecî diyar kir: Ew her du firokexane di bin çavdêriya Desteya Hewayî ya Federalî de ne, bi amadebûna hemû saziyên federal û herêmî li her du firokexaneyan bi awayekî yasayî .
Îro Yekşemê li Silêmaniyê Qubad Talebanî pêşwaziya Qasim El-Erecî Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Êraqê kir û di civînê de her du aliyan li ser rêyên berfirehkirina hemahengiya ewlehiyê di navbera Herêm û Bexdayê de bi taybetî li navçeyên ku di navbera Hêzên Pêşmerge û hêzên din de kêmasiyên ewlehiyê hene gotûbêj kirin. Qubad Talebanî tekezî li ser pêwîstiya hemahengiya tam di navbera hemû hêzên ewlekariyê de kir ji bo ku grûpên terorîst sûdê ji wan valahiyan wernegirin, ji ber ku aramiya Herêma Kurdistanê û navçeyên Êraqê bi hev ve girêdayî ne.”
Pirsgirêka êrişên asmanî bo ser Herêma Kurdistanê û binpêkirina serweriya axa Êraqê û navçeyê ji aliyê welatên din ve jî hat gotûbêjkirin, ji ber ku Qubad Talebanî daxwaz ji hikûmeta federal kir ku li ser vê mijarê binpêkirina serwerî û bombebarankirina Herêma Kurdistanê ji aliya welatên cîran ve bisekine bi giringî û xebat li ser asta navdewletî ji bo rêgirtin li dûbarebûna wê û berdewamiya wê, salane dibe sedema qurbaniyan di nav welatiyên herêmê de.
Serdana Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Êraqê piştî 40 rojan ji şehîdbûna sê qehremanên Hêzên Dijî Terorê tê, piştî armanckirina firokxaneya Erbet a Çandiniyê ji aliyê dironên Tirkiyê di 18.9.2023an de, ku bû sedema şehîdbûna (Hîwa Qadir, Îvan Ednan û Raber Enwer). Rêveberiya Giştî ya Dijî Terorê daxuyaniyek belav kir û tê de amaje bi wê yekê kir ku her yek ji wan li gor jêhatî û taybetmendiya xwe, di şerê berdewam yê li dijî terorê de, li ser asta herî bilind bû. û tevî jiyana xwe ya kurt di parastina axa Kurdistanê de roleke berçav hebû û di serkeftinên hêzên Dije-Terorê de şopên zelal hiştin.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

