Berdevkê YNK: Amadekarî bo komcivînên aliyên siyasî tê kirin
Kurdistan 10:04 AM - 2023-10-29Berdevkê YNK Saidî Ehmed Pîre
Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê hewl dide li gel aliyên siyasî bicive û li ser
destpêşxeriya serok Bafil Celal Talebanî serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bo yekkirina rêz û halwêst li Herêma Kurdistan û Bexdadê kar bike.
Berdevkê
Yekîtiya Niştimanî Saidî Ehmed Pîre di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA yê re
ragihand ku piştî lidarxistina pêncemîn kongreya YNK û di civîna yekem a Buroya
Siyasî de serok Bafil destpêşxeriya xwe bo yekxistina rêz û halwêst ragihand, û
ji bo vê armancê yekîtî wê di gel aliyên din û partiya democrat hevdîtin bike.
Got jî: Desteya peywendîyên Kurdistanê amadekariyên xwe dike
û dê peywendiyê bi aliyên siyasî re bike daku bi wan re bicive û diyar kir,
Kurd bi yekkirina helwest û gotara xwe, dikarin rûbirûyê kêşeyan bibin û
destkeftên mezintir bo gelê me bi dest bixin.
Ji aliyê xwe ve, endamê Encûmena Serkirdayetiyê û berpirsê
Desteya Pêwendiyên Kurdistanê Seler Serhed di daxuyaniyekê de ji PUKMEDIA re
ragihand: “Destpêşxeriya Serok Bafil Celal Talebanî di derbarê yekrêziya pile û
postê di xizmeta welatiyan de ye û ji bo bidestxistina berjewendiyên giştî ye,
û Yekîtiya Niştimanî dixwaze nakokiyên di navbera partiyên kurdî de bi dawî
bike û yekrêziya rêzê di navbera partiyan de pêk bîne.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

