Yekîtiya Niştimanî...biryar û helwesteke yekgirtî ji bo xizmetkirina welatiyan
YNK 01:48 PM - 2023-10-25
PUKMEDIA
Alaya Kurdistanê û Logoya Yekîtî
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û piştî lidarxistina kongreya
pêncem li hember hemû dosyayên li Herêmê û Êraq û navçeyên xwedî yek helwêst û
yek biryare.
YNK li ser pêşkêşkirina xizmetên zêde ji welatiyan re û
parastina mafên wan bi yek tîm û yek biryar kar dike, ev yekrêzî jî bûye sedema
gelek destkeft û serkeftinan.
Yekkirin di helwêst û biryar deEndama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xanim Rabîhe Hemed di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Yekîtiya Nîştimanî piştî lidarxistina kongireya pêncem, di biryar û helwesta xwe de yekrêz bûye.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dirûşma nûjenkirina di xebatê de û lihevhatin di biryardanê de hilgirt û ev diruşm bi awayekî bi bandor hate bicihanîn ji ber ku YNK dirûşmeyekê hilnagire eger nikaribe cîbecî bike. Niha Yekîtiya Niştimanî xwedî yek peyema yekgirtî ye li hember hemû dosyayan.
Li ser şopa Serok Mam CelalXanim Rabîhe Hemad dibêje: Yekîtiya Niştimanî berê partiyek xwedî bîr û nêrînên cuda bû, lê piştî lidarxistina kongireya pêncem bû xwedî biryar û helwestek yekgirt.
Wê got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi helwesteke yekgirtî li ser nêzîkatiya Serok Mam Celal kar dike û hemû di girtine her biryarekê de beşdar dibin, lê di dawiyê de emê bi biryarek yekgirtî û derkevin.
Bi hemû şiyanan xizmeta welatiyan dikeEndamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Xidir Mistefa Xadir ji PUKMEDIA re ragihand: Piştî lidarxistina pêncemîn kongre, Yekîtiya Niştimanî xwedî biryar û helwesteke yekgirtî ye û bi piştevaniya Serok Bafil Celal Talebanî ev yek tê kirin. bi hemû şiyanên xwe xizmeta welatiyan dike.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bûye hêzeke yekgirtî ku di xendeqên berevanîkirin ji mafên gelê Kurdistanê û yekxistina mafên wan û pêşxistina demokrasiyê li Herêma Kurdistanê de kar dike.
Hêviyek mezin ji bo welatiyan heyXadir Mistefa Xadir dibêje: Hevwelatî hêvî dikin ku Yekîtiya Niştimanî zêdetir xizmetguzariyê pêşkêşî wan bike û em bi piştevaniya Serok Bafil Celal Talebanî bi helwest û biryareke yekgirtî bo xizmetkirina wan kar dikin.
Got jî: Yekîtîya Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê cihê dilxweşî ye bo hemû gelê Kurdistanê bo parastina mafên xwe li Bexda û herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

