Yekitiya Kurdan a navxweyî “garantiya serkeftinan e”.
Kurdistan 06:37 PM - 2023-10-23
PUKMEDIA
Yekîtî û hevgirtin
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê piştî kongreya pêncem û civîna Mekteba Siyasî ,bi yekxistina peyama Kurdî û parastina mafê destûrî li Bexda girêdayî ye , li ser pêşniyara Serok Bafil Celal Talebanî şandeke pilebilind wê serdana aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bike. Endamekî serkirdatiya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê di vê derbarê de got:’’Di dirêjahiya dîroka têkoşîna gelê Kurd de, ti carî pêwîstiya me bi yekrêziya navxweyî mala Kurdi nebûye wekû niha ."
Yekîtî û bihêzkirina mala Kurd armanca YNKê yeEndamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK)Pola Şehîd Sîrwan Talebanî ji PUKMEDIA re ragihand:"YNK'ê hertim piştgîriya yekrêziya niştimanî kiriye û di wê baweriyê de ye ku yekrêziya aliyên siyasî wê bibe sedema aramî, lihevkirin û karkirina hevbeş û di kongreyê de ev mijar hat gotûbêjkirin û biryar hat dayîn."
‘’Serok Bafil Celal Talebanî di axaftina xwe ya di destpêka kongreya pêncemîn a YNKê de bi zelalî amaje bi lihevkirin û yekrêziyê kir û destê diyalogê dirêjî hemû hêz û aliyên Kurdistanî kir u ev mijar di hemû civînên serkirdatî û mekteba siyasî de hatiye gotûbêjkirin û heta komîteyeke bilind jî bo serdana aliyên siyasî yên Kurdistanê hatiye pêkanîn, ji bo hevdîtin, gotûbêj û şêwirîn.’’Sîrwan Talebanî got
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê got:’’YNK di wê baweriyê de ye ku em dikarin baştir destkeftên gelê xwe li Iraqê bidest bixin , biparêzin , mafên gelê kurd dabîn bikin , li Kurdistanê yekrêzî û pêkvejiyan dê vegerandina baweriya xelkê bi aliyên siyasî nîşan bide.’’
Divê partiyên siyasî lihevhatina netewî ragihîninYekitiya navxwe ya Kurdan tekane rê ye ji bo bidestxistina mafên destûrî yên herêmê li Bexdayê û divê aliyên siyasî ji bo miletê ku deryaya xwînê rijandiye, lihevkirina niştimanî ragihînin.
Endamê Serkirdayetiya Partiya Sosyalîst Demokrat a Kurdistanê (PDK) Adil Mela Salih ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: Di dirêjahiya dîroka têkoşîna gelê Kurd de, ti carî weke niha pêwîstiya me bi yekrêziya navxwe ya nav mala Kurd û partiyan nebûye, rewşa siyasî ya aloz li Iraq û Herêma Kurdistanê, ku xwedî çendîn pirsgirêkên siyasî, yasayî û destûrî ye, pêwîstî bi yekrêziya partiyan û nêrîna cîhanî heye û ji her demê zêdetir erkê niştimanî li ser wan e.
"Pêwîste aliyên siyasî ji bo xatirê gelê ku deryaya xwînê rijandiye lihevhatina niştimanî ragihînin. Eger aliyên siyasî ne yekdeng bin, em nikarin mafên xwe yên destûrî bi dest bixin û em nikarin bi Iraqê re armancên xwe yên netewî yên bilindtir pêş bixin, werin em pêş de biçin û doza çespandina mafên xwe bikin û bi hev re ji bo armancên neteweyî bixebitin." Adel Mela Salih got
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bi yekrêziya Kurdan û ji nû ve birêxistinkirina nav mala Kurd ve girêdayî ye, ji bo vê armance destpêşxeriyên diyalogê û serdanên aliyên siyasî kir, ji bo ku mala Kurd bibe yek û hemû bi hev re li hember geşedanan şer bikin û yekrêzî garantiya parastina mafên Kurdan pêk bîne .
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

