YNK daxwaza hevpariya rasteqîne di hikûmetê de dike
Kurdistan 12:12 PM - 2023-10-17
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ji bo dabînkirina jiyaneke minasib û başkirina rewşa jiyanê,hewl daye li gel aliyên Kurdistanî û Iraqî bigihin rêkeftinekê û ber bi şirîkatiyeke rasteqîne ve gavan bavêje û di pratîkê de jî îsbat kiriye û hertim tekezî li ser yekrêziya aliyan û pêkanîna hikûmeteke berfireh kiriye ku hemû aliyên siyasî tê de beşdar bibin ku ser li hev kirine.
YNK hevkariyeke rasteqîne dixwazeEndamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Aras Mihemed Axa ji PUKMEDIA re ragihand: “YNK’ê hertim kar ji bo bidestxistina şirîkatiyeke rasteqîne di navbera hemû aliyên siyasî de kiriye û di pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de, YNKê li gel hemû aliyan kar kiriye û hevsengiya xwe parastiye û tekezî li ser hikûmeteke berfireh li hev kirine ku hemû aliyên siyasî tê de bicivin.’’
Mihemed Axa got: "Modela partiyeke desthilatdar li Herêma Kurdistanê û Iraqê kevin bûye û divê em zanibin ku ti aliyek bi tena serê xwe nikare rêveberiyê bike. Pêwîstiya me hemûyan e ku em bi hev re hikûmeteke demokratîk ava bikin û rûbirûyê hemû pirsgirêkan bibin.Ji bo hemwelatiyan û başkirina rewşa jiyana wan, YNK dê her dem ber bi şirîkatiyeke rasteqîne ve biçe."
Endamê Encûmena Serkirdatiya YNKê dibêje: "Her dema ku aliyên siyasî yekdeng bûn, destkeftên mezin ji bo gelê me hatin bidest xistin û me karîbû rûbirûyê pirsgirêkan bibin, berovajî her dema ku em ne yekgirtî ne, karesat rû dane, ji ber wê jî Bafil Celal Talebanî serokê YNKê hertim tekezî li ser yekrêziyê dike."
YNK dê bernameyeke berfireh ji bo şirîkatiyên biryardanê pêk bîneDi hevpeyvîna xwe ya herî dawî de li Foruma MERI , Serok Bafil got: YNK piştî kongreyê dixwaze bi partiyan re qonaxeke nû veke ,çêtir e em weke partiyên Kurdistanî li Bexdayê bi hev re bin û mafên gelê xwe biparêzin, ji ber ku eger em bi hev re bin em dikarin hikûmeta Herêma Kurdistanê bihêztir bikin.’’
Endama Encumena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Rebîha Hemed ji PUKMEDIA re ragihand:“Piştî kongreya pêncemîn a serkeftî, YNK kar dike ku deriyê diyalog û têgihiştinê di navbera hemû aliyên siyasî de veke, ku wê serdana partiyan bike ji bo karkirina hevbeş û tekez jî li ser wê yekê kir, ku yekdestdariya desthilatê ji aliyê partiyeke siyasî ve ti sûdê li gelê Kurd nake.’’
Rebîhe Hemed wiha got: “Peyama Serok Bafil a di hevdîtina li gel Foruma MERI de got; ku em dixwazin li herêmê û Iraqê de hevkariyeke rasteqîn pêk bînin, tekez kir ku biryarên tekkane bandoreke neyînî li ser jiyan û mûçeyên welatiyan kiriye û rewşa darayî xirabtir kiriye.”
Her wiha got: YNK dê bernameyeke bihêz ji bo beşdariya rasteqîne di biryardanê de deyne û dê li ser riya Serok Mam Celal û bi serokatiya Bafil kar dike ku hemû aliyên siyasî ji bo bidestxistina mafên destûrî yên welatiyan beşdar bibin.’’
YNK bi serokatiya Mam Celal di dema borî de tekezî li ser yekrêziya partiyan kir û niha jî Serok Bafil li ser heman rêyê berdewam e û piştî kongreya pêncem ya YNKê bi serkeftî, bi serdankirina partiyan deriyê diyalog û têgihiştinê di navbera hemû aliyên siyasî de veke.’’Rebîha Hemed got
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

