YNK: Giringîpêdan bi ciwanan û cîbicîkirina daxwazên wan
Kurdistan 12:02 PM - 2023-10-15
PUKMEDIA
Logoya Yekîtî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî piştrast kir ku pêwîstî bi danana giringiyê ji ciwanan re heye û peydakirina derfetan ji wan re da ku sûd ji şiyanên wan werbigrin. Herweha serok Bafil Celal Talebanî di dema beşdarbûna xwe di Dîdara Mêrî de ku li Hewlêrê birêve çû got: “Em dikarin bi gelek awayan xizmeta gelê xwe bikin û eger niha em nikarin mûçeyên wan weke pêwîst peydakirin, em dikarin asayîşa wan biparêzin. Her wiha balkişand li ser pêwîstiya serxwebûna dadweriyê û got: “Ez dixwazim ronî bixim ser wê yekê ku çima ciwanên me ji welatê xwe direvin? Dibêjin ku ji aliyê petrol û gazê ve Herêm dewlemend e, lê ez dibêjim ku em bi girseya xwe û bi ciwanên xwe yên her du zayendan dewlemend in. Ez niha bi çend hevalan re mijûlî amadekirina plansaziyeke 5 salî me, lê piştrast bin ku ev mijar ne tenê ji aliyê Yekîtiya Niştimanî ve wê pêk were lê ji aliyê hikûmetê ve divê pêk were.
Giringî pêdan ji ciwanan re
Endamê Encûmena Serkirdatiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Letîf Nêroyî ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî PUKMEDIA re
ragihand: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê giringiyeke mezin dide ciwanan û
pêşxistina şiyanên wan û peyama Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî ji bo
ciwanan dûrbûneke wê ya stratejîk heye.
Got jî: di pêncemîn kongreya Yekêtî ya Nîştîmanî ya
Kurdistanê da bi hûrî behsa rewşa lawan li herêma Kurdistanê û rêyên çareser
kirina kêşeyên wan û xizmetkirina baştir bo wan hat kirin û ev jî nîşan dide ku
ciwan pişkeka mezin a stratejiya serok Bafil Celal Talebanî ne.
Avakirina gelek rêxistinên ciwanan
Letîf Nêroyîî dibêje: Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji
destpêka damezrandina xwe ve giringiyeke mezin daye ciwanan û pêşxistina
şiyanên wan û ji bo vê yekê jî gelek rêxistinên ku bi pirsgirêkên gencan re
mijûl dibin, peydakirina derfetên kar û derxistina şarezayên wan ava kiriye.
Got jî: Yekîtiya Niştimanî hertim hewla çareserkirina
kêşeyên ciwanan û kêmkirina diyardeya koçkirina wan bo derveyê welat dide û
Yekîtî navendên ciwanan, Komeleya Xwendekarên Kurdistanê û gelek rêxistinên din
ku bi rewşa ciwanan ve mijûl in, ava kirine.
Ciwan dewlemendiya rastîn a Herêma Kurdistanê ne
Letîf Nêroyî dibêje: Serok Bafil Celal Talebanî di axaftina
xwe de tekez li ser wê yekê kir ku ciwan serweta rastîn a Herêma Kurdistanê ne
û ne tiştên din.
Got jî: Divê em zemîneke guncaw ji bo ciwanan peyda bikin
ku jêhatî û zanîna xwe bo xizmetkirina welatê xwe û malbatên xwe bikar bînin û
xizmeta welatên din nekin û eve jî dewlemendîya rastîn a welat e.
Stratejiya neteweyî
Endamê Ofîsa
Ragihandina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Aryen Mihemed ji PUKMEDIA re ragihand:
Stratejiya niştimanî ya Serok Bafil Celal Talebanî ji bo xizmetkirina ciwanan
ji çarçoveya dirûşmeyan derketiye.
Got jî: ev
stratejî ku xizmeta ciwanan dike, bûye nexşerêyek û di dema karkirina kongireya
pêncem a Yekîtiya Niştimanî û civînên Encûmena Serkirdayetiyê de tekezî li ser
vê yekê hat kirin.
Peydakirina derfetan ji bo ciwanan
Aryen
Mihemed dibêje: Stratejiya niştimanî ya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
û nexşerêya xizmetkirina ciwanan tê de ye, ku gencan bicivîne û hemû derfetan
bide wan ji bo nîşandana şiyanên xwe di hemû warên jiyanê de.
Got jî: Li
ser astê hikûmraniyê jî, nexşerêya rê, gihandina xortan, cîbicîkirina rolên wan
û sûdwergirtina ji şiyanên wan di hemû warên rêvebirinê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

