Serok Bafil: YNK piştevaniya yekxistina hêzên Pêşmerge dike
YNK 01:01 PM - 2023-10-12
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî
li baregeha Mekteba Siyasî li Hewlêrê pêşwaziya şandeke bi serokatiya Cîgira
Alîkara Wezîrê Derve yê Amerîkayê Victoria Taylor kir.
Di hevdîtinê de pêşhatên siyasî, aborî û emnî yên li Herêma
Kurdistanê, Êraq û navçeyê hatin gotûbêjkirin û tekez li ser wê yekê hat kirin
ku pêwîste jîngeheke guncaw ji bo rakirina kêşeyên li pêşiya proseya siyasî bi
taybetî di navbera Hewlêr û Bexdayê de bê çêkirin bi awayek ku destûr bibe
bingeha pêwendiyan.
Serok Bafil Celal Talebanî behsa hevkêşeyên giştî kir û amaje
bi berdewamiya hewlên erênî û yasayî bo çareser kirina kêşeyên di navbera Herêm
û Êraqê de kir û got: Me daxwaz kir ku her dosyayek girêdayî jiyana welatiyan û
mûçeyan dûrî nakokiyên siyasî be, û min gelek mekanîzmayên pêwîst ji me re
pêşniyar kirin ku em bi awayekî radîkal vê pirsgirêkê çareser bikin û mafên wan
û jiyana welatiyan bi awayekî yasayî misoger bikin.
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de û derbarê pirsa jinûve
birêxistinkirina hêzên Pêşmerge de, Serok Bafil astengiyên ku vê pêngava
niştimanî asteng dikin ji şanda mîhvan re şirove kir û tekezî li ser hebûna vînake
bihêz bo derbaskirina pirsgirêkan bo avakirina hêzeke niştimanî bi hevkarîya
hevalbendên me kir, û Yekîtîya niştimanî bi hemû awayî piştgiriya serkeftina vê
armanca niştimanî dike û rêzê li wekhevî û dadperwerîyê digre.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

