Talebanî: Kêmasiyên sîstema rêveberiya Herêma Kurdistanê hene
Kurdistan 07:17 PM - 2023-10-11
PUKMEDIA
Qubad Talebanî li Foruma MERI
Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî di panela li ser merkezîbûn an nenavendîbûnê ya di Forûma MERI de wiha got: "Divê Iraq rêzê ji pir pêkhateyan bigire û hevsengiyê biparêze û dawî li desthilata piraniyê û hindikayiyê bîne, di heman demê de ji bo parastina kêmneteweyan kar bike.’’
Talebanî her wiha got: “Encûmena federal ji bo Iraqê pir giring e, hemû parêzgeh dikarin nûnerên xwe tê de hebin û divê encûmen were hilbijartin, lê divê were zanîn ku daxwaza federalîzmê nayê wateya parçekirina Iraqê, belkî baştir meşandina kar e."
Wî zêde kir:“Ji bo Iraqa ku welatekî pirneteweyî ye federalî çareserî ye, lê em nikarin bêjin emê bibin wek Almanya ji ber ku hizra takekesî û rewş li vir cuda ye, berê Sunne li dijî federalîzmê bûn, lê niha nêrîna xwe guhertiye.’’
Qubad Talebanî di sempozyûma (Dîsa nenavendî yan jî nenavendîbûn? Pirs ev e) di çarçoveya Foruma MERI de ku doh li Hewlêrê dest pê kir û îro danê êvarê roja Çarşemê 11.10.2023 bi dawî hat, Qubad Talebanî got: “Damezrandina Encûmena Federal gelek girîng e. Ji bo Iraqê jî wek hemû herêm û parêzgehan divê nûnerên xwe di Encûmenê de hebin û endamên Encûmenê jî bi hilbijartinan bên hilbijartin, da zanîn ku banga avakirina herêmên federalî ne ji bo parçekirina Iraqê ye.
Cîgirê serokwezîr her wiha got: Ji bo Iraqê ku welatekî pir pêkhatî ye, federalî çareseriya herî bi bandor e, li gorî destûrê Iraq welatekî federal e, lê divê forma federaliyê û mekanîzma rêveberiya dewletê were zelalkirin , ji ber ku di makezagonê de tixûbên desthilatdariyê nehatine diyarkirin."
Derbarê rewşa Herêma Kurdistanê de jî Qubad Talebanî diyar kir: “Herêma Kurdistanê beşeke ji Iraqê û ji ber ku destûra wê nîne, desthilatên wê di destûra Iraqê de hatine diyarkirin û mafê hemû pêkhatan hatiye diyarkirin û bal kişand ser pêwîstiya şopandina prensîba nenavendîbûnê li herêmê û wiha got: “Ji ber ku destûrek ji bo herêmê nehatiye qanûnîkirin, sîstemeke me ya îdarî ya aloz û ne zelal heye, wek mînak desthilata parêzgaya nehatiye diyarkirin.”
Cîgirê Serokwezîr got jî: Weke tê zanîn Parêzgeha Silêmaniyê ji aliyê hikûmeta herêmê ve tê birêvebirin, lê meyleke ku dixwaze parêzgariyê berovajî bike, heye û hinek dezgehên ragihandinê jî li ser vê armancê kar dikin.
Di dawiya sempozyûmê de Qubad Talebanî got: “Divê em bi xwe re rastgo bin û bipejirînin ku sîstema ku niha Herêma Kurdistanê tê birêvebirin, tûşî kêmasî û pirsgirêkan e ku divê bên çareserkirin heye û kaoseke siyasî li navçeyê heye divê ev jî bi dawî bibe.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

