Talebanî: Divê çare ji bo astengiyên li pêşiya cîbicîkirina yasaya bûdceyê bên dîtin
Kurdistan 06:03 PM - 2023-10-10
PUKMEDIA
Qubad Talebanî û Balyozê Brîtanya li Iraqê
Îro sêşem 10.10.2023, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanya li Iraqê Stephen Hagen kir û, li ser mijarên berjewendiyên hevbeş gotûbêj kirin.
Di beşeke din ya civîna han de ku roja 10.10.2023ê hate encamdan, behsa peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê hate kirin ,Talebanî got: “Pêwîstiya me di vê qonaxê de dabînkirina bûdce û mûçeyê fermanberên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û divê çareseriyeke bilez ji bo astengî û pirsgirêkên li pêşiya cîbicîkirina yasaya bûdceyê were dîtin.”
Cîgirê serokwezîr her wiha balkişand li ser wê yekê ku pêwîste di destpêkê de aliyên Kurdistanî li ser bername û planeke hevbeş ji bo parastina mafên destûrî yên herêmê li Bexdayê bi yekdengî li hev bikin û got: “Rêkeftina demkurt ne çareserî ye, lê çareseriya rasteqîne ji bo hemû pirsên hilawîstî, rêkeftineke demdirêj e ku li ser bingeha destûrê ye, ku bêyî yekrêziya aliyên Kurdistanî pêk nayê.''
Di civînê de behsa hilbijartinên bê yên parlamentoyê jî hat kirin û Qubad Talebanî tekezî li ser lidarxistina helbijartinên paqij û dadmend di roja ku ji aliyê serokatiya herêmê ve hatiye diyarkirin de hate kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

