Serkirdayetiya YNKê yekem civîna xwe pêk tîne
Kurdistan 03:03 PM - 2023-10-07
PUKMEDIA
Logoya YNKê
Biryar e sibe Yekşemê 8.10.2023 Encûmena Serkirdatiya nû bi serperiştiya Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî yekem civîna xwe lidar bixe.
Di vê derbarê de endamê Encûmena Serkirdayetiya Stran Ebdullah ji malpera fermî ya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA re ragihand: “Encûmena nû ya serkirdayetiya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê dê sibe roja yekşemê yekem civîna xwe bi serperiştiya Serok Bafil Celal Talebanî li bajarê Silêmaniyê pêk bîne.”
Li gor rêziknameya navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku di kongireya pêncem de hatiye pesendkirin, di maddeya 22 - xala 4ê ya wê civînê de hatiye ku (piştî bidawîhatina konfgreyê , Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê Encumena Serkirdayetiyê vexwîne bo civinê û dê serperiştiya civîna yekem bike), û li gor xala 1ê ya heman maddeyê, encûmen ji 61 endaman pêk tê û serokê Yekîtiya Niştimanî jî di nav de ye.
Kongreya pêncemîn ya Yekîtiya Niştimani ya Kurdistanê di 27.09.2023ê de bi beşdariya 600 hevalên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dest pê kir û 5 rojan berdewam kir û Bafil Celal Talebanî bi hemû denga wek serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat hilbijartin û piştra ku 60 endamên Encumena Serkirdayetiyê hatin hilbijartin û rêziknameya nû ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê hat pesend kir.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

