Qubad Talebanî: Girîngiya hilbijartinên şefaf bo ezmûna herêmê ye
Kurdistan 04:17 PM - 2023-10-05
PUKMEDIA
Civînên Qubad Talebanî
Qubad Talebanî cîgirê serok wezîrên Herêmê pêşwaziya şandeka pile bilinda wezareta derve ya Çîkê kir û digel wan rêkarên pêşdebirina peywendîyên dualî û kêşeyên herêmê digel Bexdayê gotûbêj kirin.
Li hevdîtinê de ku îro Pêncşemê 10/5/2023 li bajarê Hewlêrê û bi amadebûna Balyozê Komara Çîk li Êraqê û Konsulê Giştî yê Çîkayê li herêmê û Cîgirê Serokê rêvebriya têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê rola hikûmeta Çîk û alîkariyên wê di heyamên borî yên hikûmeta herêmê de bi taybetî di warê xwendina bilind û tendirustiyê û şandina pisporan bo herêmê bilind nirxand.
Qubad Talebanî daxwaz ji Komara Çîkê kir ku zêdetir beşdarî vejandina aboriya herêmê bibe û di warê parastina çavkaniyên avê û rûbirûbûna metirsiyên guherîna keşûhewayê de alîkariyên zêdetir pêşkêş bike.
Di beşeke din ya civînê de, her du alî dosya peywendiyên navbera Herêm û Bexdayê gotûbêj kirin û Cîgirê Serokwezîrê Herêmê tekez li ser pêwîstiya çareser kirina bilez hemû kêşeyên ku rêgiriyê li cîbicîkirina yasaya bûdceya giştî bi rêya diyalogê dikin, kirin.
Di derbarê rewşa navxweyî ya Herêma Kurdistanê de jî Qubad Talebanî tekezî li ser helwesta xwe ya hertimî li ser wê yekê kir ku pêwîste aliyên siyasî berjewendiyên bilind ên Herêma Kurdistanê pêş bixin û bi rêz û gotareke yekgirtî biçin Bexdayê bo parastina mafên destûrî yên herêmê.
Mijara hilbijartina parlamentoya Kurdistanê mijareke din ê civînê bû û cîgirê serokwezîrê Herêmê balkişand li ser giringiya hilbijartinên şefaf û dadperwerane ji bo ezmûna herêmê û tekîd li ser wê yekê kir ku dê hilbijartin di roja diyarkirî de bên kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

