Parêzerê girtiyên Badînan: Vekişîna azadiyê ji bo herêmê metirsî ye
Kurdistan 07:56 PM - 2023-10-04
PUKMEDIA
Girtîgeh
Rêxistina Lêborîna Navdewletî di raporta xwe ya dawî de li ser mafên mirovan û azadiya derbirînê li Herêma Kurdistanê dibêje ku azadî berdewam kêm dibe û rojnamevan û çalakvan bi hincetên cuda di zindanan de ne.
Parêzerê tîma parêzerên girtiyên Badînan got: "Azadî ber bi kêmbûnê ve diçe û rojnamevan û çalakvan bi hincetên cuda tên zîndanîkirin.Di çar salên borî de, azadî li herêma zer hatine astengkirin û bûne metirsî li ser herêmê."
Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dawî li girtina rojnamevan, çalakvanên Badînan û kesên ku hikûmetê rexne dikin, bîne.
Girtîgeh bûne cihê rojnamegeranParêzerê girtiyên li Badînanê Reving Yasîn ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand:“Raporên Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya derbarê kêmbûna azadiya raderbirînê li Herêma Kurdistanê bi temamî rast in û di kabîneya nehan de jî mafên mirovan û azadiya derbirînê bi tevahî kêm bûye û zindanên devera zer bûne cihê rojnamevan û çalakvanan.’’
Her wiha got:“Em bang li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku li hundir û derve zêdetir rûreşkirina Herêma Kurdistanê nede û divê em dawî li şantajên rojnamevan û çalakvanên herêma Badînan bînin û rê nedin her kesê ku weke PDK'ê nafikire yan jî rojnamevan û çalakvanekî ku li dijî gendeliyê ye werine girtin."
Divê Herêma Kurdistanê dawî li girtina rojnamegeran bîneRêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) di daxuyaniyekê de ragihand, ku nusxeyek ji PUKMEDIA gihîştiye destê PUKMEDIA: “Rojnameger Gohdar Zêbarî bo cara sêyem li dadgeha tawanan a Hewlêrê hat dadgehkirin, şeş meh cezayê girtîgehê lê zêde kirin û li gorî biryara nû, tê çaverêkirin ku were berdan di 16ê Sibatê sala dahatû de.’’
“Pêwîste hikûmeta Herêma Kurdistanê dawî li girtina rojnamevan, çalakvan û kesên ku hikûmetê rexne dikin, bîne, dadgehkirina Zêbarî ne dadmendî bû û di dadgeha borî de bi derew hat tawanbarkirin û bo Nûnerên çend konsulxane û rêxistinên navdewletî destûr nehat dayîn ku beşdarî dadgehê bibin. ”Her wiha got.
Rojnamevan û çalakvan Guhdar Zêbarî di 22ê Cotmeha 2020ê de ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Partiya Dêmokratên Kurdistanê (PDK) ve hatibû girtin û piştî bidawîbûna dema yasayî nehiştin bê berdan. Cezayê şeş mehan lê dirêj kirin, di heman demê de çeka ku ji mala wî hatibû desteserkirin şûrê bapîrê wî bû û wek tiştekî çandî parastibû, ji ber ku dîroka şûr vedigere bo dema desthilatdariya Brîtanya li Herêma Kurdistanê, zêdetirî 100 salan pêş niha.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Îran daxwaza 11 milyar dînar qerz ji Îraqê dike
11:09 PM - 2026-07-26
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

