Serkirdeyên Iraqî: Mam Celal jiyana xwe ji bo têkoşîna demokratîk terxan kiribû
Kurdistan 07:34 PM - 2023-10-03
PUKMEDIA
Merasîmên bîranîna salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal
Bi serpereştiya cenabê Serokkomar Dr.Ebdul Letîf Cemal Reşîd û bi amadebûna Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, cîgirê Serowezîr Kurdistanê Qubad Talebanî, Xanima Yekem Şanaz Îbrahîm Ehmed, Mihemed Şîa El-Sudanî Serokwezîrê Iraqê, Dadwer Faîq Zeydan Serokê Desteya Dadwerî ya Bilind, Hans-Jenin Plasschaert Nûnerê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û komek ji rayedarên payebilind, rayedarên hikûmetê û kesayetên naskirî her wiha sefîr û nûnerên nûneratiyên dîplomatîk li Iraqê êvariya îro sêşemî li paytext Bexdayê, merasima bîranîna şeşemîn salvegera koça dawî ya serokê welat Mam Celal dest pê kir.
Merasîmên bîranîna salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal îsal bi çalakiyên cuda ji salên berê tên lidarxistin, ji ber ku îro danê sibê li Silêmaniyê bi danîna destegul li ser mezarê Serokê netewa û wefat dest pê kir.
Rêûresm bi sirûda niştimanî ya Iraqê dest pê kir û piştre çend ayet ji Qurana pîroz hatin xwendin û piştre fîlmeke belgeyî li ser jiyana Serok Mam Celal bi navê (Mam Celal rêberê hemû deman e) hat nîşandan.
Serok: Mam Celal jiyana xwe ji bo Yekîtiyê terxan kirPiştre Serokkomarê Iraqê Dr. Letîf Cemal Reşîd rola Mam Celal di Iraqa nû de bilind nirxand û got: Mam Celal jiyana xwe ji bo yekrêziya gelê Iraqê terxan kiribû û di vê çarçoveyê de hewlên mezin dabû.
Mam Celal parêzvanê mafên hemû gelê Iraqê bû, ji ber wê jî ji aliyê merceyê bilind Seyîd Elî Sîstanî ve bi navê Semamî Aman hat xelatkirin.
Sûdanî: Gelê me rêberekî mezin wenda kirSerokwezîr Mihemed Şîa Sûdanî di gotara merasîmê de got: "Berî şeş salan, Iraqê serkirdeyekî mezin wek Mam Celal ji dest da, ku zehmet e cihê wî tije bibe."
"Serok Talebanî jiyana xwe ji bo Iraqiyan û demokrasiyê li Iraqê terxan kir, lewra navê wî dê her dem bilind bimîne."
Di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Bi vê helkeftê pîrozbahiyê li Bafil Celal Talebanî dikim bi helkefta bijartina wî bo serokatiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û pîrozbahiyê li serkirdayetiya nû ya wê partiyê dikim.
Ammar Hekîm: Mam tu carî dest ji mafên gelê xwe bernedaSerokê Tevgera Hîkme Ammar Hekîm di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û behsa rola Serok Mam Celal di Iraqa nû de kir ku ji bo armancên gelê xwe kar kiriye.”
Her wiha got: “Em weke malbata Hekîm pêwendiyeke me ya kûr û dirêj li gel Mam Celal û gelê Kurd heye û em şanaziyê bi wî dikin, ji ber ku me her du jî ji bo yek armancê ku Iraqeke demokratîk e, qurbanî daye.
“Serok Mam Celal ji destpêka jiyana xwe ve li dijî zilmê rawestiyaye û hewl daye di destûrê de bingeheke demokratîk ava bike, ji ber wê jî em hemû wî wek rêberekî netewî dihesibînin.
Balyoz Dr. Mihemed Sabîr: Gelê Iraqê Mam bi bîr tînePiştre Serokê Saziya Serok Celal Talebanî ,balyoz Dr.Mihemed Sabir ku serpereştiya merasimê dikir, li ser navê malbata Mam Celal spasiya mêvanan kir û got: Mam Celal ne tenê serokê Kurd bû, serokê hemû Iraqiyan bû.
“Mam Celal hertim hewl daye yekrêzî û aştiya di navbera civakên gelên Iraqê de pêkbîne û hewl daye Iraqê ji nû ve ava bike û serweriya wê biparêze û dostekî nêzîk yê hemû aliyên Iraqî bû û kilîta çareserkirina pirsgirêkan bû. Em spasiya beşdaranê merasîmê dikin ku kombûne vê êvarê ji bo bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal.”
Îro şeşemîn salroja koça dawî ya Serok Mam Celal e, li bajarê Silêmaniyê tacegulek li ser gora Serok Mam Celal hat danîn û îro li Bexdayê jî merasîmek bi helkefta koça dawî ya Serok Mam Celal, ji aliyê Saziya Serok Celal Talebanî ve hat lidarxistin û gel Weqfa Behr El-Ulum di 4ê Cotmehê de li Necefê saet di 23.00an wê panelekê li dar bixin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Nirxê zêr dadikeve
11:08 AM - 2026-02-02 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
04:28 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
01:56 PM - 2026-02-01
zêdetir tamaşe bike
Êraq 11:15 AM - 2026-02-02 Dadwerî: Rêkarên lêkolînê ji bo terorîstên DAIŞê ku hatine veguhestin dest pê dikin
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
09:16 AM - 2026-02-02
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
09:20 PM - 2026-02-01
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
02:29 PM - 2026-02-01
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
12:30 PM - 2026-02-01
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil: Em tekez li biratî û yekîtîya me ji bo ax û gel dikin
Kurdistan 02:29 PM - 2026-02-01 -
Macron digel Mazlûm Ebdî û Şereh Rêkeftina Agirbestê gotûbêj kir
Kurdistan 09:20 PM - 2026-02-01 -
Parlamenterekî Brîtanî bo piştgiriya Kurdên Rojava pêşnûmeyek pêşkêş dike
Kurdistan 05:07 PM - 2026-02-01 -
Zelensky: Emê bi navbeynkariya Amerîka digel Rûsya bicivin
Cîhan 04:28 PM - 2026-02-01 -
Rifet Abdulah: Bila salvegera 1ê Şibatê handera yekîtiya me be
Kurdistan 12:30 PM - 2026-02-01 -
Pirsa serok Komar serokê parlementoyê û serokên fraksiyonan kom dike
Êraq 01:56 PM - 2026-02-01 -
Qubad Talebanî: Erkê me ku em li hember dijmin yek helwêt bin
Kurdistan 10:35 AM - 2026-02-01 -
161 Heftaneya dijîtal ya Înglîzî hat weşandin
Cîhan 09:16 AM - 2026-02-02



.jpg)


Aplîkêşin

