Îro şeşemîn salvegera koça dawî ya mirovê mezin Serok Mam Celal e
Kurdistan 09:58 AM - 2023-10-03
PUKMEDIA
Rumeta Gel,Serok Mam Celal
Çûyîna Serok Mam Celal ne tenê ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û gelê Kurd xisareke mezin bû ji bo hemû Iraq û hemû navçeyê jî , ji ber ku valahiya ku wî hiştiye ewqas mezine ku tijekirina wê zehmete û demeke dirêj de bandora xwe li ser her kesî bihêle. Mam Celal yekem serokomarê kurd ê Iraqê bû ku di piroseseke tenê demokratîk de hat hilbijartin, ji ber ku Iraqiyên ji hemû pêkhateyên netewî, olî û mezhebî bi yekdengî li ser wî razî bûn. Ev lihevkirin ne ji nedîtî ve hat, belkî ji ber rola Serok Mam Celal bibandor a ku piştî rûxandina dîktatoriyê di avakirina Iraqê de lîst.
Ev serokê ku ji refên Pêşmerge hat, nimûneyeke berçav a qurbanîdan û rizgariyê bû, ji ber ku zêdetir ji nîv sedsalê bi awayekî bêwestan ji bo bidestxistina mafên gelê Kurd û avakirina Iraqeke demokratîk û federal şer kir.
Ev rêberê ku tu carî xema astengî û zehmetiyan nedikir û ji bo gihandina armancên pîroz ên ku ji bo wan xebat û canê xwe feda kir, dudilî nebû.
Siyasetmedarekî bêhempa bû ku hertim dixebitî ku hemû partiyan di bin sîwanekê de bihêle, ji her kesî di heman dûrbûnê de rawestiya û her dem beşek ji çareseriyê bû , ne beşek ji pirsgirêkê ji bo Iraqiyan.
Ji ber vê yekê Mam Celal ne tenê di dîroka Kurd û Iraqê de, lê di dîroka gelên herêmê û cîhanê de jî serok û rêberekî diyar û bêhempa tê hesibandin.
Koça dawî ya Mam Celal valahiyeke mezin di nav rêzên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hişt û rola ku Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di peywendiyên xwe yên ligel aliyên siyasî yên li meydana Iraq û navçeyê de list ziyan ber ket û dîtina kesekî ku rola Mam Celal bilîze zehmete.
Îraq û Kurdistan û herêmê rastî gelek pirsgirêkan hatin ku di dema hebûna wî de rû nedabûn û eger rû bidaya jî dê bi jîr û dûrbîniya xwe çareyên rast ji wan re peyda bikira, nemaze li ser pirsgirêkan ku niha di navbera herêmê û hikûmeta federal de heye.
Di vê salroja bi êş de, Saziya Serok Celal Talebanî bang li hemû endamên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Pêşmerge û hemû aliyên Kurdistanî dike, ku nimûneya vî rêberê hêja bişopînin, dev ji nakokiyan berdin. Welat û gel di ser hemû berjewendiyan re, ji bo parastina destkeftên ku bi xwîna hezaran şehîdan û bi hewldana têkoşeran hatine bidestxistin û hemahengî û pêkvejiyan di navbera wan de hebe, her kes çi li Kurdistanê û çi li Iraqê.
Her kes ji Mam Celal re şahidiyê dike ku ew e yê ku dîrok çêkiriye û divê em hemû bi taybetî federalî ji wî mînakî bişopînin û rêya vî mirovê mezin vala dernexin û wî zindî bihêlin û nêzîkatiya wî biparêzin, raman û dîtin wî di hişê xwe de bihêlin.
Serokê Saziya Celal Talebanî bi teqez piştrast e ku ger em nêrîn, jîr û nêzîkatiya vî mirovê mezin bikin xeleka rêya xwe, emê hemû pirsgirêkan çareser bikin, emê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê vegerînin serdema berê. Em ê gelê xwe bigihînin aramiyê ku Kurd li Iraqê roleke bi bandor bilîze û Kerkûk pîroza Kurdistanê bikin armanca sereke, ji bo yekitiyan û îsbatkirina nasnameya Kurdistanî ya Kerkûkê bibe yek ji karên xwe yên pêşîn.
Silav li ruhê vî rêberê mezin û hemû şehîdên rêya têkoşînê.
Werin em vê salrojê bikin roja pêkvejiyan û yekgirtina rêzan ji bo bidestveanîna hemû armancên Serok Mam Celal ku piraniya jiyana xwe ji bo van armancan û parastina destkeftên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin terxan kiriye.
Serokê Saziya Celal Talabanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

