Talebanî: Serok Mam Celal milkê hemû Kurd û Iraqiyan bû
Kurdistan 11:05 PM - 2023-10-02
PUKMEDIA
Serok Mam Celal
Di salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal de, Qubad Talebanî li ser rûpela xwe ya Facebookê gotarek belav kir û got: “Pir kêm serok û serkirdeyên wek Serok Mam Celal hene ku ewqas birûmet û mezin in ku heta ji aliyê dijberên xwe ve jî rêz û hurmeta wan bê girtin û piştî xwe bibin dibistan.’’
Teksta nameya Qubad Talebanî
Rûpelên dîroka her miletî tijî çîrokên serok û rêberên ku ji bo gelê xwe serkeftin û destkeftiyên mezin bi dest xistine, lê ne tenê di dîroka miletekî de, lê di dîroka cîhanê de jî, hejmara serok û rêberên wek Serok Mam Celal pir hindik in û kêm in ku ew qas birûmet û mezin bin, ji hêla dijberên xwe ve jî rêzdar bin û piştî xwe bibin dibistanekî siyasetê û nifş bi nifş behsa mezinatî, têkoşîn, siyaset û aqilmendiya wan bê kirin.
Rast e Serok Mam Celal damezrîner, serok û serkirdeyê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû, lê ew ne tenê milkê YNKê bû, lê milkê hemû kurdan bû.
Rast e Serok Mam Celal zêdetirî 60 salan ji bo Kurdan şer kir, lê ji ber siyaseta wî ya jîr di çareserkirina pirsgirêkên Iraqê de, îro hemû Iraqî wî wek milkê xwe dibînin.
Her çend serok Mam Celal serokekî kurd û serokomarê Iraqê bû, lê ji ber têkoşîna xwe ya ji bo parastina azadiyê û hewlên wî yên ji bo demokrasiyê, di heman demê de di nav azadîxwaz û demokrasîxwazên cîhanê de serokekî rêzdar e.
Mam Çatrî berhevkarê wan kesên ku nakokî û pirsgirêkan wan hebûn û ji bo aştî û berjewendiya giştî jî şefê çareserî û lihevhatinê bû.
Çend roj û sal derbas dibin, em êşa nebûna Mam hîn zêdetir têdigihîjin, her ku li Kurdistan û Iraqê qeyran û nakokiyên siyasî kûrtir dibin, em zêdetir ji jîr û siyaseta Mam têdigihin ku çawa bi berpirsiyarî û dûrbîn îdarê nakokiyam kiriye
û rê neda kûrbûna nakokiyên di navbera du û çend aliyên siyasî de ku jiyan û paşeroja xelkê bixe metirsiyê.Mam Celal di lûtkeya bêhêvîtiyê de her dem bû çirûskek hêviyê ji bo çareserkirina pirsgirêkan.
Di şeşemîn salvegera koça dawî ya wî de, baştirîn rêzgirtin û wefadariya ji bo Serok Mam Celal ewe ku em soza xwe ji bo berdewamkirina li ser rêya wî nû bikin, ya herî baş ewe ku em rêya wî têbigehin û kar li ser bikin. Ji bo îsal jî lidarxistina serkeftî ya kongreya pêncemîn a YNKê baştirîn wefa û xelat bû bo ruhê bilind ê Serok Mam Celal.
Bîranîna we wê her tim di dilê me de be û rêya we wê her dem di hişê me de be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05 -
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
02:55 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
12:12 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Silêmanî mêvandariya Foruma Delfî dike
Kurdistan 01:37 PM - 2026-06-05 -
Roja Cîhanî ya Jîngehê bilind tê ragirtin
Cîhan 12:12 PM - 2026-06-05 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
Kurdistan 09:55 AM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

