Civata Nûneran serxweşî li serok Mam Celal dike
Kurdistan 05:02 PM - 2023-10-02
PUKMEDIA
Parlemena Îraqê
Endamên parlamentoya Iraqê ji bo ruhê Serok Mam Celal deqeyek rawestiyan û sûreya Fatîhe şandin ser ruhê wî.
Parlamenterê Fraksiyona YNKê li Parlamentoya Iraqê Karwan Yarwais ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) PUKMEDIA re ragihand: “Encûmena nûneran îro careke din rêz û wefadariya xwe ji bo Serok Mam Celal dupat kir û li ser daxwaza Fraksiyona YNKê, hemû endamên parlamentoyê ji bo ruhê Serok Mam Celal deqîqeyek rêz rawestiyan.’’
Di destpêka civînê de daxuyaniya Fraksiyona YNKê ji aliyê Serokê Fraksiyona YNKê Harem Kemal Axa ve hat xwendin u têda hatiye: “Salvegera wefata Serok Mam Celal di 3'ê Cotmehê de ye ku yekemîn Serokkomarê Iraqê ye bi awayekî demokratîk hatibû hilbijartin. Em bejna xwe li ser ruhê Serok Mam Celal li Parlamentoya Iraqê de ditewînin."
Di daxuyaniyê de her wiha hat gotin: “Em soz didin ku bi ruh û siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal têbikoşin û hewl bidin ruhê pêkve jiyanê biparêzin û pirsgirêkan çareser bikin û vê salrojê bikin bingehek ji bo diyalog û jihevtêgihiştinê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û hewldana ji bo jiyanek azad û demokratîk li Iraqê.’’
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

