Li Silêmanî, Bexda û Necefê bîranîna salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal
Kurdistan 04:52 PM - 2023-10-02
PUKMEDIA
Salvegera koça dawî ya Serokê welat Mam Celal
Sibê roja sêşemê bîranîna salvegera koça dawî ya Serok Mam Celal bi çalakiyên cuda ji salên berê destpê dike û bi danîna tacegul li ser mezarê Rumeta Netewe dest pê dike û bi komek ahengan li bajarê pîroz yê Necef wê berdewam be.
Di vê derbarê de Serokê Saziya Celal Talebanî Serok Dr.Mihemed Saber di daxuyaniyekê de bo malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (PUKMEDIA) ragihand: “Hemû amadekariyên merasîma bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal hene bi dawî bû.Merasim dê li Silêmanî, Bexda û Necefê ji bilî nîşandana fîlmekî li ser jiyan û karîyera serokomar Mam Celal were lidarxistin di 10ê Cotmehê li Silêmaniyê.”
Dr.Mihemed Saber dibêje: Rêûresm sibe sêşemî 3ê Cotmehê roja koça dawî ya Serok Mam Celal li Debaşan bi danîna destegul li ser tirba Serok Mam Celal ku ji aliyê sekreteriya Serok Mam Celal ve tê birêve birin dest pê dike. Çarê piştî nîvro saet 13:00 li Bexdayê bi amadebûna Serok Bafil Celal Talebanî û Qubad Talebanî cîgirê Serokê Hikûmeta Herêmê û hijmareke din yên Kurdistanî û Îraqî merasima bîranîna koça dawî ya Serok Mam Celal li Bexdayê tê sazkirin bi amedebûna Serkirdeyên siyasî di bin çavdêriya Serokkomar de ne û di wê merasimê de axaftinên serkirdayetiya Iraqê tê kirin.”
Serokê Saziya Celal Talebanî diyar kir: “Di çarçoveya çalakiyên bîranîna koça dawî ya Serok Celal Talebanî de, Saziya Serok Celal Talebanî û Weqfa Behr El-Ulum dê li Necefê forumek bi navê (Yekemîn Foruma Netewî piştî koça dawî ya Serok Celal Talabanî) di 4ê cotmehê de, ku tê de dê çend lêkolîn derbarê... Jiyan û têkoşîna Serok Mam Celal bên pêşkêşkirin.
Sêkrêtarê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Serok Mam Celal yekem serokomarê kurd yê Komara Iraqê ye piştî rizgarbûna ji dîktatoriyê hatiye hilbijartin û di 17/12/2012ê de piştî têkçûna rewşa tendirustiya wî ji Bexdayê bo Almanya hat veguhestin li wir tedawî dibe û di 10/3/2017 de çûye ber dilovaniya Xwedê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
04:50 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Fermandariya giştî ya hêzên Asayîşê civînek li Hesekê saz kir
Kurdistan 05:14 PM - 2026-03-29 -
Tulay Hatimogullari:Aştî bi demokrasiyê re tê
Kurdistan 04:50 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

