Peyama Serok Bafil Talebanî bi boneya serketina kongreyê
Kurdistan 11:44 PM - 2023-10-01
Nivîsgeha rojnamebanî yê serok
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di peyamekê de wiha got: “Ji îro pê ve em hemû bi ruhê Yekîtiyayî, bi sûdwergirtina ji ezmûna çend salên têkoşînê dêrînên me, bi enerjiya ciwanên xwe yên afirîner, bi nûjenî di karê xwe de û lihevkirin di biryarên xwe de, emê qonqxeke nûh yê karê hizbî û rêxistinî dest pê bikin binûhkirin di kar û lihevkirin di biryar de YNK bihêztir bikin û hewl bidin ku xizmeta ax û gelê xwe bikin.”
Naveroka peyama Serokê YNKê...
Bi navê Xweda yê mezin û dilovan
Gelê Kurdistanê yê hêja
Yekitiyê serbilind, malbatên şehîdan, pêşmergeyên qehreman, şervanên şoreşa nû, leşkerên kêmendam û girtiyên siyasî
Dixwazim spasiya we hemûyan bikim ku bi coş û dilsoziyeke herî mezin kar ji bo encamdana kongreya pêncem a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û biserxistina vê armanca dîrokî ku destpêkeke nû û girîng e bo xizetkirina xelkê me.
Ji îro û pê ve em ê hemû bi rihê yekitiyê, bi sûdwergirtina ji ezmûnê bi salan a têkoşerên xwe yên dêrîn, ji enerjiya ciwanên xwe yên afirîner û xwîngerm dest bi qonaxeke nû ya xebata partî û rêxistinî bikin, û bi nûbûn di karê xwe de û lihevkirin di biryarên xwe de, emê YNKê bihêztir bikin û hewl bidin ku xizmeta ax û gelê xwe bikin.
Me îro bi hev re sersaxiyê li giyanê şehîdan, rêberê xwe Serok Mam Celal û hemû rêberên rihmetî dikin û em soz didin xelkên xwe ku yekîtî wek çawa berê xebat û têkoşîn dikir wê di paşerojê de wê bibe avakerê dewlemendiyê û pêşdebirê qadên cuda yên civakê. Em ji gel hatine afirandin û em ê dilsozê vê rabirdûyê bin.
Ezê sud ji vê derfetê werbigrin û spasiyên xwe
pêşkêşî Encûmena Serkirdayetiya berê bikim ku bi dilsozî erkên xwe bi cih anîn
û di derbaskirina pirsgirêk û zehmetiyan de bi ser ketin, her weha pîrozbahiyê
jî pêşkêşî Encûmena Serkirdayetiya nû dikim û hêvî dikim ku bi hemû hêza xwe
kar bikin ji bo parastina nêzîkatiya Serok Mam Celal û yekîtiya me. Hemû
rêhevalên ku niha li derveyî encumena serkirdayetî ne, birayên min û rêhevalên
min in û em ê bi hev re xebatên xwe ji bo pêkanîna armancan bidomînin.
Yekîtiya Niştimanî xwe ji tu kesî dûr naxe û
şanaziyê bi hemû endam û alîgirên xwe dike û deriyên wê jî ji bo hemû kesên ku
dixwazin di nava refên vê partiyê de têkoşer bo Kurdistanê têbikoşin vekirî ye.
Her wiha spasiyên xwe pêşkêşî hemû têkoşerên
dilsoz dikim ku di qonaxên curbicur ên rêya Yekîtiya Niştimanî de tu carî dest
ji xizmetkirina rêya şehîdan û yekîtiya wan bernedan û beşeke mezin ji parastin
û pêşxistina Yekîtiyê de bûn û em dê tu carî rol û bandora wan ji bîr neke.
Hêvî dikim ku her kes dilniya be ku Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê dê bi heman dilsozî û bi siyaseteke guncaw û nûjen ji
bo bidestxistina berjewendiyên neteweyî û niştimanî li ser xebata xwe berdewam
be û ji bo bidestxistina mafên gelê Kurdistanê têbikoşe. Baweriya me bi
hemahengî û karê hevbeş li gel hemû hêz û aliyên siyasî heye, em dixwazin hemû
di nav herêmeke aram de kar bikin bo pêşkêşkirina xizmetguzariyên zêdetir û
avakirina paşerojeke geş.
Dûrbûn û belavbûn xizmeta me nake, û ferzkirina
îradeya taybetmendiyê rewşê hîn zêdetir xerabtir dike, lewra ez hêvî dikim ku
em hemû ji bo çarenivîsa xwe ya hevpar bi berpirsyarî tevbigerin û em têkoşîn
bikin û dîrokeke tijî serbilindî tomar bikin.
Her wiha we dilniya dikim ku Yekîtiya Niştimanî
ya Kurdistanê bi nêrîn û stratejiyeke bihêz, siyasetek bi şirîkatî û parastina
aştî û pêkvejiyanê dê siyaseta xwe li Bexdayê bişopîne û bê guman Serok Mam
Celal damezrênerê vê siyasetê ye. û em bi serbilindî li ser heman rêyê dimeşin,
û em piştgirî û piştevaniya dostên xwe yên li Bexdayê ji bîr nakin, ku ji bo
bidest xistina mafên kurdan bûne alîkar.
Ji bo parastina asayîş û aramiya salona
konferansê di rojên lidarxistina kongreyê de spasiyê pêşkêşî hêzên Pêşmerge, Dije-Teror,
komando, asayîş, operasyon, polîs û trafîkê dikim.
Ez spasiya ked û xebata hemû rojnamevan û
saziyên ragihandinê dikim ku di rojên derbasbûyî de li gel me bûn û peyamên kongreyê
pêşkêş kirin.
Her wiha ez lêborîna xwe ji xelkê bajarê Silêmaniyê
dixwazim, eger di rojên kongreyê de me ew bêzar kirin yan jî barekî giran li
wan kir, hûn gelê me ne û em vê rewşê ji bîr nakin.
Her tim şad û bextewar bin
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

