Serok Bafil Talebanî pêşniyar dike ku firaksiyona YNKê biçe Begda ji bo Parezgeha Helebce
Kurdistan 11:50 AM - 2023-09-30
PUKMEDIA
Proje yasa ji bo avakirina parêzgeha Helebce
Serok Bafil Celal Talebanî pêşniyar kir ku hemû endamên firaksiyona Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li Parlemena Iraqê ji bo dengdana li ser proje yasaya avakirina parêzgeha Helebceyê biçin Bexdayê û beşdarî civîna îro ya civata nûneran[Parlemen] bibin.
Derbarê vê mijarê de endamê bloka Yekîtiya Nîştimanî di Civata Nûneran de Çiro Hemma Şerîf di daxuyaniyeke taybet ji bo PUKMEDIA ragihand: “Piştî çend hewldan bo xistina proje yasaya pêkanîna parêzgeha Helebceyê di rojeva Meclisa Nûneran de ji bo xwendina sêyem û dengdana li ser vê yekê, em rastî nerazîbûna hinek nûneran hatin û destûr nehat dayîn ku proje derbas bibe.”
Wê got jî: Serok Bafil Celal Talebanî heftîya borî serdana Bexdaya paytext kir û digel serok û alîyên sîyasî yên baskên parlemanî li civata nûneran kom bû û tekîd li ser giringîya pesend kirina proje yasaya parêzgeha Helebce ji bo Kurdan û cudakirina vê dosya ji mijarên din. Serkirdeyên Iraqê li ser vê daxwazê razî bûn û soz dan ku wê projeyê derbas bikin."
Çiro Hemma Şerîf wiha got: “Serokomar Bafil Celal Talebanî di civîna xwe ya li gel firaksiyona parlemanî ya Yekîtiya Nîştimanî ya di roja sêyem a kongireya pêncem de, ferman da ku ji kongreyê derkevin û biçin Civata Nûneran û kar li ser pesendkirina proje yasayê bikin ji bo avakirina parêzgariya Helebce ,ji ber giringî û xizmetkirina xelkê Helebce ji ber qurbanîdana wan, em ji kongreyê vekişiyan û niha ji bo beşdariya li rûniştina îro ya Meclisa nûneran li Bexdayê ne.
Serokatiya Encûmenê proje yasaya avakirina parêzgeha Helebceyê xiste xala sêyem a karnameya civata nûneran bo dengdanê li ser wê û biryar e rûniştin li demjimêr yek piştî nîvro îro Şemiyê dest pê bike.
Bi pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê re, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî çend daxwaz pêşkêşî kabîneya nû ya hikûmeta Iraqê kir, ku yek ji wan daxwazan ew bû ku Helebce bi fermî weke parêzgeh bê naskirin . Tê payîn ku bi hewldana Serok Bafil û fraksiyona YNKê di xwendina sêyem a proje yasayê de dengdan wê bê kirin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

