Pîrozbahiyên bi boneya dubare hilbijartina Serok Bafil
Kurdistan 01:32 PM - 2023-09-28
PUKMEDIA
Serokê Yekîtî Bafil Celal Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî bi boneya dubare helbijartinê wek Serokê
Yekîtiya Niştimanî gelek peyamên pîrozbahiyê wergirtin û ev peyam wiha ye:
Behr El-Ulum: Yekîtiya Nîştimanî boriya ewlekariya pêvajoya siyasî ye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Bafil Celal Talebanî, bi boneya dubare helbijartinê wek Serokê
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê peyameke pîrozbahiyê ji D.Ibrahîm Behr EL-Ulum
wergirt.
Birayê hêja, Bafil Celal
Talebanî
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê
Silam, bereket û rehma
Xwedê li ser we be
Em pîrozbahî û destxweşiyê
li we dikin bi boneya bidestxistina baweriya serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê bi dubare helbijartina we wek Serokê Yekîtî û daxwaz ji Xwedayê
mezin dikin ku destê we bigire bo peydakirin aaştî û aramî û ewlehî ji navçeyê re.
Yekîtiya Niştimanî bi
serokatiya Mam Celal wek boriya ewlekariya proseya siyasî dikir û hilbijartina
we di şeşemîn salvegera koça dawî ya wî de, erkekî zêde yê parastina nêzîkatî û
rêya netewî li ser we zêde dike.
Em hêvîdar in ku
serkirdayetiya we ya siyasî taybetmendiya qonaxeke nû diyar bike ku tê de
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê rola xwe di cîbicîkirina daxwazên gelê Kurd
de ji bo aramiya siyasî, ewlekarî û geşepêdanê werbigire û herwiha peywendiyên
di navbera navend û herêman bihêztir bike.
Dr .Îbrahîm Mihemed Behr
El-Ulum
Tevgera Îslamî pîrozbahiyê li Serok Bafil Talebanî dike
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal
Talebanî bi boneya hilbijartina careke din weke Serokê Yekîtiya Niştimanî peyameke
pîrozbahiyê ji rêberê giştî yê Tevgera Îslamî Kamel Hec Elî wergirt.
Rêberê Giştî yê Tevgera Îslamî di peyama xwe de got: Bi boneya
helbijartina we wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê germtirîn
pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin û hêvîdar im ku hûn bibin cihê baweriya xelkê
û hûn biryarên dilsoz ên ku di berjewendiya mafên rewa yên gelê me de ne,
bidin.
Got jî: Hêvîdarim encamên konfransa we ji kiryar biguhere bi
gotinan û dilê gelê Kurdistanê bi giştî û karmendan bi taybetî şad bike û qedir
û hêbeta wan vegere û bibe xala zivirînê bo hemahengiya di navbera hêzên
niştimanî û kar bo vegerandina navçeyên dabeşkirî bo Kurdistanê li gor destûrê.
Dezgeha Seok Celal Talebanî: Em li benda serkeftinên zêdetir in ji we
Serok Bafil Celal Talebanî jî bi boneya dubare helbijartinê û serkeftina pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê peyameke pîrozbayî ji Dezgeha serok Celal Talebanî wergirt û ev nivîsa jî wiha ye:
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Celal Talebanî
Bi boneya dubare helbijartina we wek Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û serkeftina kongireya pêncem a Yekîtî û hilbijartina Encûmena Serkirdayetiya nû, Serokê Dezgeha Celal Talebanî germtirîn pîrozbahî pêşkêşî we û Hemû endamên nû yên Encûmena Serkirdayetî û saziyên nû yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dike, hêviya serkeftinê ji we re di cîbicîkirina erkên xwe de ji we re dixwazin. Her wiha ji bo parastina nêzîkatiya Serok Mam Celal, pêşxistina Yekîtiya Niştimanî, gihandina gelê me bo aramiyê, bidestxistina hemahengî û yekrêziya rêzên partiyên Kurdistanî, parastina destkeftên gelê me, berdewamkirina rola xwe ya girîng li Paytexta Bexdayê, peywendiyên Yekîtiya Niştimanî bi hikûmeta federal re bihêztir bike û li ser çareserkirina pirsgirêkên di navbera hikûmeta herêmê û hikûmeraqê de berdewam be, ku li gor berjewendiya gelê kurd û hemû gelên Êraqê.
Dîsa em pîrozbahiyê li cenabê we, serkirdayetiya nû û hemû endam û kadroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û beşdarên pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî dikin.
Bila ala Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bilind be û em hêviya serkeftinên zêdetir ji we dikin.
Silav û rêz ji bo giyanê pak ê rêberê mezin Mam Celal û hemû şehîdên Yekîtiya Nîştimanî û rêya rizgariya Kurdistanê.
Balyoz Dr. Mihamed Sabîr
Serokê dezgeha Serok Celal Talabanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
04:30 PM - 2026-06-06 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
03:11 PM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
11:16 AM - 2026-06-06 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
10:50 PM - 2026-06-05
zêdetir tamaşe bike
Serokê Fraksiyona YNK: Li ser mûçeyê Herêmê lihevkirin çêbûye
12:15 PM - 2026-06-06
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
11:54 AM - 2026-06-06
Îro Foruma Delfî li Silêmaniyê birêve diçe
09:55 AM - 2026-06-06
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
09:33 AM - 2026-06-06
zortrin xwendraw
-
Kongra 7.ya Yekitiya Nivîskarên Kurd li Qamişlo bi rêve diçe
Kurdistan 02:55 PM - 2026-06-05 -
Di êrîşeke çekdarî de li Qamişlo sê kes bûne qurbanî
Kurdistan 10:50 PM - 2026-06-05 -
Rifet Ebdulah:Em girîngiyê didin pêşketina kalîteyî di nav xelkê de
Kurdistan 03:11 PM - 2026-06-06 -
Cîgirê serokê herêmê digel cîgirê Balyozê Fînlandiya civiya
Kurdistan 04:30 PM - 2026-06-06 -
Îraq ji bo derbasbûna ji krîza Hurmizê berê xwe dide Herêmê û Sûriyeyê
Êraq 11:54 AM - 2026-06-06 -
Ji bo du projeyan li Silêmanî û Duhokê 80 milyon dolar hatiye veqetandin
Kurdistan 09:33 AM - 2026-06-06 -
Êrîşên navbera Waşinton û Tehranê didomin û Îran gefan dixwe
Cîhan 11:16 AM - 2026-06-06 -
Duyemîn Foruma Aborî Delphi li Silêmaniyê destpê kir
Kurdistan 01:48 PM - 2026-06-06


.png)



Aplîkêşin

