Pîrozbahîyên Pêncemîn kongreya YNKê
Kurdistan 07:30 PM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Kongreya Pêncemîn a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Bi helkefta lidarxistina kongreya pêncem, çendîn peyamên pîrozbahiyê ji bo serok û hemû endam û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) hatin şandin.
Nivîsarên Prozbahiya :
Nûrî Malikî: YNKê ji bo bidawîkirina dîktatoriyê qurbaniyên giranbuha daye
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi helkefta pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, nameyeke pîrozbahiyê ji Nûrî Malikî Sekreterê Giştî yê Partiya Da'we ya Îslamî wergirt.
Malikî di nameyekê de wiha got: “Kongreya pêncem wek stûna proseya siyasî ya Iraqê û yek ji damezrînerên serdema nû ya siyasî tê hesibandin.’’
Her wiha got:“YNK’ê ji bo bidawîkirina dîktatoriyê qurbaniyên giranbuha da û rola sereke ya Serok Mam Celal û hizra wî ya siyasî ya dewlemend bi bîr xist.’’
Malikî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de amaje bi wê yekê jî kir ku şanaziyê bi peywendiyên xwe yên siyasî û dîrokî yên li gel Yekîtiya Niştimanî dike û pabendbûna xwe bi geşepêdan û berdewamkirina wan peywendiyan ji bo bidestxistina armancên hevbeş û bexteweriya hemû civakan dupat kir.
Ebdilseda El-Frecî: Kongre helwesta YNKê ya ji bo xizmetkirina pirsgirêkên gelê Kurd nîşan dide
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî, bi helkefta pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, nameyeke pîrozbahiyê ji Sekreterê Giştî yê Hevbendiya Stratejiya Niştimanî Ebdilseda El-Frecî wergirt.
Di pîrozbahiyê de wiha hat gotin: “Em bi şanazî bi helkefta pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we dikin û tekez dikim ku ev bûyer bi helkeftek tê dîtin ku pêdagiriya we bo xizmetkirina pirsên gelê Kurd û bihêzkirina hevkariyên li Herêma Kurdistanê nîşan dide.’’
Di pîrozbahiyê de birêz El-Frecî destxweşî li hewlên mezin ên Bafil Celal Talebanî ji bo bihêzkirina yekrêzî û aramiya navçeyê kir û hêvî xwest ku kongreya pêncem bibe wesîle ji bo gotûbêjkirina mijarên girîng ên ku dê bibe sedema pêşerojeke baştir ji bo gelên Iraqê.
Ethem Barzanî: Helwesta YNKê li Herêma Kurdistanê, Iraq û navçeyê bihêz e
Îro çarşeme Ethem Barzanî bi boneya lidarxistina kongreya pêncemîn peyamek ji Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talebanî , hemû endam û alîgirên YNKê re şand û got:’’YNK’ê weke hêzeke bibandor giraniya xwe heye û li herêmê xwedî pêgeheke bihêz e bi piştgiriya Xwedê wê kongreyeke serkeftî li dar bixin û hêviyek zêdetir bidin gel û neteweya me.’’
"Ji birayê xwe birêz Bafel Celal Talebanî û hemû kadro, endam û alîgirên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re bi minasebeta lidarxistina kongreya pêncemîn germtirîn pîrozbahiyên xwe pêşkêşî we û hemû kadro û alîgirên YNKê dikim, hêvîdarim ev kongre bibe sedemek ji bo xebateke zêdetir û bidestveanîna armanc û daxwazên gelê Kurd.
Barzanî beşek ji peyama xwe amaje bi giringiya nûkirina YNKê kir û got:’’
“Nûkirina siyaseta partiya we derfeteke zêrîn e ji bo yekgirtina Kurdan û bihêzkirina pêgeha Kurdistanê li hundir û derveyê herêmê.’’
Kaseyatiye siyasî yê Kurdistanê di peyama xwe de got:“YNK wek hêzeke bibandor li ser qada siyasî giraniya xwe heye û ji bilî asta navxweyî, li Iraq û navçeyê jî xwedî pêgeheke bihêz e û ev yek jî wê bandorê li kongreyê bike û rewşa welatiyên herêmê ji xitimandinê derxîne."
Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li
Sûriyê pîrozbahî li kongreya yekîtî kir
Bi boneya
birêveçûna kongireya partiya we Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 27-9-2023
de ku di bin dirûşma Nûhkirina di kar û xebatê de û lihevkirin di biryar de
dest pê kir, hêviya serkeftinê ji we ra dixwazin.
Di pîrozbahiya
xwe de Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurdî li Sûriyê tekez kir kongreya
Yekîtiya Niştimanî bi serokatiya Bafil Celal Talebanî wê bi biryarên girîng
derkeve û destek be di yekkirina aliyên siyasî li hember zehmetiyan de.
Di berdewamiya peyamê de pesna
pêwendiyên du alî û dîrokî di navbera herdu partiyan de da ku li gor berjewendiyên
gel bihêztir bibin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

