Bafil Talebanî: Em destê aştî û biratiyê dirêjî kesên ku bawerî bi yekîtiya rêzan dikin
Kurdistan 01:20 PM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Bafil Celal Talebanî
Bi amadebûna Bafil Celal Talebanî, Dr.Ebdul
Letîf Cemal Reşîd Serok Komarê Êraqê, Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma
Kurdistanê, serkirde û nûnerên partiyên Êraqî û Kurdistanî, balyoz, konsul û
nûnerên hejmareke welat Îro çarşemî 27.09.2023ê berî nîvro li salona Koşka
Hunerê ya Silêmaniyê karên pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
dest pê kir.
Konferans bi sirûda Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê dest pê kir û piştre ji bo rêzgirtin ji rihê şehîd û qurbaniyên
bûyera şewata navçeya Hemdaniyê, bi lêxistina sirûda niştimanî ya Êraqê û
sirûda netewî ya Kurdistanê dest pê kir herweha ayetên Qurana Pîroz hatin
xwendin.
Piştî wê jî Bafil Celal Talebanî gotara
Yekîtiya Niştîmanî di konferansê de pêşkêş kir û tê de bixêrhatina mêhvanan kir
û daxwaza yekrêziya rêzan û xizmetkirina gel kir.
Naveroka axaftina Bafil Celal Talebanî wiha ye:
"Ez bixêrhatina mêvan, endam û kadroyên
rêzdar yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di pêncemîn konferansa Yekîtiya
Niştimanî de dikim. Em li vir bi yek rih dicivin û ji bo bihêzkirina Yekîtiya
Niştimanî ya Kurdistanê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê kar bikin. Emê rêbaz
û siyaseta Serok Mam Celal bişopînin.
Îro emê bi hev re dest bi qonaxeke nû bikin, divê em bi gel re li hev bikin û
yekrêziya partiya xwe xurt bikin.divê em xwe amade bikin ku ji bo gelê xwe hemû
qurbanî bidin.Em destê aştî û biratiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî û partiyên
Kurdistanî dikin. her aliyek ku bawerî bi azadî û yekrêziya rêzan hebe,
peywendiyên me li gel birayên me yên li Bexdayê bihêztir bike û rêkeftina
stratejî di navbera Kurd û Şîe de bihêztir bike û dewlemendtir bike û bi
birayên sunî û mesîhî re û her aliyek ku amade ye yekrêziyê bike û bi hev re ji
bo demokrasiyê têbikoşin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê partiyeke bihêz
û geşe, ji ber wê jî di qonaxa niha de û beriya du hilbijartinan konferansa xwe
lidar dixe, divê em bergiriyê li gelê xwe bikin û Kurdistanê bikin beheşteke ku
her kes tê de azad bijî û bê tirs nêrîna xwe diyar bike. Em bergiriyê li mafên
jinan û pêkhateyan dikin, û bernameyên baş ji bo beşdariya ciwanan pêş dixin,
ji ber ku ew dewlemendiya me ne, û mixabin heta niha bi awayekî baş xizmet ji
wan re nehatiye kirin.
Ez tekez dikim ku em xizmeta gelê xwe dikin û
aramî, ewlehî û rûmeta wî diparêzin, çawa ku em yekrêzî û aştiya Kurdistan û Êraqê
diparêzin.
Bi vê boneyê spasiya we dikim ku we bawriya da
min da ku di van du salên borî de bi hev re têbikoşin û hişt ku ez xizmeta we
bikim. Ez soz didim we ku ez dev ji we bernadim û rê nadim dijminan, em
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiya azadîxwaz û şehîdan, partiya
qehremanan û rûxandina dîktatoriyê. Em xwe ji kesî re danaxin ji Xwedayê mezin
pê ve serî netewînin.
Ez careke din spasiya we dikim û piştgiriya we
dikim.Bijî Yekîtiya Niştimanî
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

