Kongireya Pêncemîn dest pê kir
Kurdistan 11:52 AM - 2023-09-27
PUKMEDIA
Kongireya 5
Kemek berî niha pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajara Silêmaniyê bi amadebûna D.latîf Reşîd serokkomarê Êraq û Nêcîrvan Barzanî serokê Herêma Kurdistanê , serkirdeyên partiyên kurdistanî û Êraqê û mêvanên pir li ser asta navxwe û Êraq , bi beşdarbûna 600 endamên kongire dest pê kir, destpêka kongireyê bi marşî meşxalan dest pê kir.
Paşê bo rêzgirtin li rihê şehîdan merasîm bi siruda niştimanî Kurdistan û Êraqê birêve çû.
Piştre çend ayetên Qurana pîroz hatin xwendin, piştre kurte vîdyoyek
li ser dîroka têkoşîna Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê hate pêşandan.
Paşê gotara vekirina pêncemîn kongreya YNKê ji aliyê Bafil Celal Talebanî ve hat axadtin û bixêrhatina mêvanên amade kir û got: “Em îro li vir in ku bi giyanê Mam Celal
YNK’ê pêş bixin, YNK’ê ji bo rihê şehîdan û gelê xwe bi dest bixin, partiya xwe
bikin yek û destê biratî û aştiyê dirêjî hemû aliyan bikin.
Herwaha got: ‘’YNK ewqas bihêze ku berî du hilbijartinan û
di kirîza niha ya herêmê û Êraqê de kongreyek li dar bixe.
“Em ê xizmetê ji gelê xwe re bikin, bi taybetî ji ciwanên ku
li welatê me xizmeteke baş jêre nehatine kirin.
Bafil Talebanî di gotara xwe de
got: Ji îro ve yekîtî dest bi qonaxake nûh dike û ti carî xwîna şehîdên me û
kadir û miletê me ji bîr nakin, her weha Em jî destê biratiyê dirêjî partiyên kurdî dikin û birayên
xwe yên ereb hembêz dikin.”
Wî got:“Di
kongirê de çi post bo min bibexşrê bi xwîna şehîd Akem pişt li hevalan nakim û ez
ê hewl bidim ku gelê me li hev bicivînim û ez ê girîngiyê bidim ciwan û jinên
ku xizmeteke baş ji wan re nehatiye kirin.
Amaje bi wê
jî kirk u “Ji bo paşeroja xwe em ê bi ruhê yekitiyeke xurt, ji bo xizmeta gelê
xwe li ser rêya Serok Mam Celal berdewam bin û dest bi qonaxeke nû ya xizmetê
bikin. Her wiha em ji şehîdên xwe, girtiyên siyasî, kêmendamên xwe û gelê xwe
re rêz digirin.”
Gotara serokê Yekîtî
Piştî wê jî Bafil Celal Talebanî gotara Yekîtiya Niştîmanî di konferansê de pêşkêş kir û tê de bixêrhatina mêhvanan kir û daxwaza yekrêziya rêzan û xizmetkirina gel kir.
Naveroka axaftina Bafil Celal Talebanî wiha ye:
"Ez bixêrhatina mêvan, endam û kadroyên rêzdar yên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî de dikim. Em li vir bi yek rih dicivin û ji bo bihêzkirina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê kar bikin. Emê rêbaz û siyaseta Serok Mam Celal bişopînin.
Îro emê bi hev re dest bi qonaxeke nû bikin, divê em bi gel re li hev bikin û yekrêziya partiya xwe xurt bikin.divê em xwe amade bikin ku ji bo gelê xwe hemû qurbanî bidin.Em destê aştî û biratiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî û partiyên Kurdistanî dikin. her aliyek ku bawerî bi azadî û yekrêziya rêzan hebe, peywendiyên me li gel birayên me yên li Bexdayê bihêztir bike û rêkeftina stratejî di navbera Kurd û Şîe de bihêztir bike û dewlemendtir bike û bi birayên sunî û mesîhî re û her aliyek ku amade ye yekrêziyê bike û bi hev re ji bo demokrasiyê têbikoşin.
Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê partiyeke bihêz û geşe, ji ber wê jî di qonaxa niha de û beriya du hilbijartinan konferansa xwe lidar dixe, divê em bergiriyê li gelê xwe bikin û Kurdistanê bikin beheşteke ku her kes tê de azad bijî û bê tirs nêrîna xwe diyar bike. Em bergiriyê li mafên jinan û pêkhateyan dikin, û bernameyên baş ji bo beşdariya ciwanan pêş dixin, ji ber ku ew dewlemendiya me ne, û mixabin heta niha bi awayekî baş xizmet ji wan re nehatiye kirin.
Ez tekez dikim ku em xizmeta gelê xwe dikin û aramî, ewlehî û rûmeta wî diparêzin, çawa ku em yekrêzî û aştiya Kurdistan û Êraqê diparêzin.
Bi vê boneyê spasiya we dikim ku we bawriya da min da ku di van du salên borî de bi hev re têbikoşin û hişt ku ez xizmeta we bikim. Ez soz didim we ku ez dev ji we bernadim û rê nadim dijminan, em Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ne partiya azadîxwaz û şehîdan, partiya qehremanan û rûxandina dîktatoriyê. Em xwe ji kesî re danaxin ji Xwedayê mezin pê ve serî netewînin.
Ez careke din spasiya we dikim û piştgiriya we dikim.Bijî Yekîtiya Niştimanî
Gotara Serokkomar
Piştre Dr. Latîf
Cemal Reşîd Serokkomarê Êraqê di axaftina xwe ya di kongreya pêncemîn a YNKê de
got; "Divê em hemû li ser rêya Mam Celal berdewam bin û bi siyaseta
aqilane ya Mam kar bikin da ku herêmê ber bi rêyeke ku ji bo berjewendiya xelkê
be bibe".
“Nebûna
yekrêziyê metirsiyek mezine li ser gelê Kurd û yekrêziya me kilîla serkeftina
me ye li navçe û Êraqê.
Serokkomar
wiha jî got: "Divê kongre siyaseteke giştî bişopîne da ku peywendiyên me
bi hemû aliyên Herêma Kurdistanê û Êraqê re bihêztir bibe û ji bo parastina
asayîşa neteweyî ya gelê Kurd gav bên avêtin."
YNKê di
jiyana xwe ya siyasî û têkoşînê de gelek zehmetî, xweşî û dilgiranî dîtiye, lê
hertim li pey berjewendiyên gelê kurd bûye û ji bo vê yekê jî dest ji
berjewendiyên xwe berdaye.
Gotara serokê Herêmê
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya axaftina xwe de got:
"Ez kêfxweş im ku beşdarî kongreya YNKê bûm. YNK bîranîna Serok Mam Celal
e û divê bi hemen araste berdewam be. YNK di şoreşa gelê Kurdistanê de xwedî roleke
mezin e."
Wî got:Berpirsyareke girîng li ser milê yekîtî
ye, dive maf û destkeftan biparêze ji ber ku serkeftin di yekrêziyê de ye.
Herwaha got: YNK di parastina maf û destkeftên
xwe de erkekî giringe ji ber ku serkeftin di yekrêziyê de ye. Amaje bi wê yekê
jî kir ku pêwîste di vê qonaxê de metirsiyan bibin û nakokiyan deynin aliyekî û
li Bexdayê bi hev re bin û berjewendiyeke hevbeş ku me hemûyan ji bo armanceke
hevbeş bicivîne, ji ber ku dema herêm bihêz be, divê berjewendiyên bilind ên
herêmê li pêşiya hemû berjewendiyên siyasî û hizbî were danîn.
Wî zêde kir:“Herêm dikare mafên xwe yên destûrî
bi başî biparêze û YNK, PDK û hemû alî erkê serxistina hilbijartinan de ne û
divê hilbijartin bibe erkê sereke û ji bo encamdana proseya dengdanê kar bikin
Herwaha got: Ez pîrozbahiya lidarxistina
kongreya pêncem li we dikim û hêviya serkeftinê ji we ra dixwazim û em hêvîdar
in kongreya we bibe çavkaniya yekrêzî û pêkvejiyana navçe û Êraqê.
Gotara Emar Hekîm
Rêzdar Emar El-Hekîm serokê Rewta Hikme ya
Niştimanî tekez kir ku xebata siyasî ya serketî ji bo bidestxistina amancên
hêja û armancên baş hewceyê dilpakiyê û berdewamiyê ye.
El Hekîm di gotarekê de ku di pêncemîn
konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de li Silêmaniyê pêşkêş kir got: Ev
derfeteke rasteqîne ji bo hemû Êraqiyan û bi taybetî ji bo birayên Herêma
Kurdistanê ye ji bo bîr anîna nirxên netewî a ku Mam Celal li ser dimeşiya, wî
tu carî ji aliyên hevrikiyê ve bi hikûmeta Bexdayê re mijûl nebû. Baweriya wî
bi wê yekê hebû ku aramiya Êraqê aramiya Herêmê ye.Em li Herêmê rûya paşerojeke
geş dibînin ku hemû Êraqiyan kom dike.
Rêzdar Elhekîm got: Dema em van kêşeyan bi bîr
tînin û çavê xwe li îmkanên ku li ber destên Êraqê hene dinirin, em tekezî li
ser pêwîstiya pêkvejiyan û yekrêziya axaftinê û redkirina nakokiyên di navbera
gelê yek milet de dikin, ji bo temamkirina meşa netewî ya şehîdan berî me xêz
kir. Got jî Bexda bihêz nabe bê Kurdistan bihêz û yekgirtî be... û heman tişt
li gel Kurdistanê jî heye li ser xwesteka wê ya ji bo Bexdayê. Em zarokên yek
milet, yek ol in, çarenivîs û dîroka me yek e.
Wî berdewam kir: Êraq tevî kêşeyên aborî,
welatekî zengîn e, û rastiya siyasî ya wî welatî tevî qeyranan bi ezmûnên
piraktîkî zengîn e û vîna niştimanî li hember her metirsiyeke ku bandorê li ser
ewlekariya Êraqê û berjewendiyên wê dike, amade û pêk hatiye. Divê serweriya
dewletê li her milekî axa Êraqê hebe, ewlekariya Silêmanî, Hewlêr û Duhokê jî
wek ewlehiya Besra, Bexda û Mûsilê ye û desthilatdariya Yasa Parastina
berjewendiyên Êraqiyan çarenûsa hevbeş a hemû hêzên siyasî yên netewî yên dilsoz
e.
Gotara
Heyder Ebadî
Serokê
Hevpeymaniya Nasir Dr. Heyder Ebadî pîrozbahî li Bafil Celal Talebanî û
serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê kir bi boneya pêncemîn
konferansa Yekîtiya Niştimanî.
Dr.Ebadî di
axaftina xwe ya birêveçûna pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
de got: “Ez pîrozbahiyê li Serok Bafil û serkirdayetiya Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê dikim bi boneya lidarxistina pêncemîn konferansa we ku hevdem e bi
jidayikbûna hezretî Pêxember. û ez hêvîdar im ku konferansa we bi serkeftî bi
dawî bibe û Yekîtiya Niştimanî li ser rêya xwe ya neteweyî û têkoşîna xwe ya
dîrokî berdewam bike ji bo bidestxistina armanc û hevkariyên xwe yên rewa û
hevkarkariya bi hemû aliyên siyasî yên din re bo avakirina dewleteke dadperwer.
Her wiha got:
"Ez dixwazim çend karên ku ez pêwîst dibînim bi bîr bînim. Karê partiyê li
Êraqê pêwîstî bi jinûveavakirina giştalî heye ku li gorî kêşeyên rastiyê be. Ne
momkîne ku li gorî serdemê bimeşin û karên siyasî bikin. bêyî berçavgirtina çi
karê siyasî pêwîste, û pêwîste aliyên Êraqî li gor mafên dewleta niştimanî û
berjewendiyên xwe ji nû ve bên avakirin.
Gotara Şêx Qeys
Xezalî
Emîndarê Giştî yê
Asaib Ehlî Heq Qeys Xezelî hêviya xwe ji hemû endamên Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê re xwest ku di pêkanîna erka xwe de bi awayekî ku bibe sedema
lihevhatin û hevahengiya bi qonaxa nû re, biserkefin.
Şêx Qeys El-Xezalî
di axaftina xwe ya di merasîma birêveçûna pêncemîn konferansa Yekîtiya
Nîştimanî de wiha got: “Ji bo min ev yekem serdana min e bo Herêma Kurdistanê û
îro em şanaz in ku beşdarî pêncemîn konferansa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
dibin. em di wê baweriyê de ne ku di vê konferansê de hêviya serkeftinê ji hemû
endam û gelê Kurdistanê re dixwazin di rewşeke aloz de ku Herêm û Êraq tê de
derbas dibe de em li ber veguhestina ji qonax bo qonexekê ne.
Di berdewamiya
axaftina xwe de jî got: “Duh me bi birayên xwe yên Kurd re diyalog kir û min
nêrîna xwe anî ziman ku Kurd aştî û aramiyê dixwazin û ti heqaretê li aliyên
din nakin, belku dixwazin asayîş û aramiya xwe biparêzin. Divê rêz li wan bê
girtin ji ber ku ew ji bo Êraqê serwet in û divê em kar bikin da ku em bigihin
qonaxeke nû di warê pêşkêşkirina xizmetguzarî û mafê hemûyan.
Ez bi hemû awayekî eşkere ji we ra dibêjim ku
nabe ti Êraqî bibe qurbaniyê nakokiyên siyasî û em qebûl nakin mûçeyên
karmendên Herêma Kurdistanê paşde bên dayîn, divê em çareseriyekê bibînin, ji
ber ku em berpirsiyarê hemû welatiyan li hemû navçeyên Êraqê ne.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
05:45 PM - 2025-11-11 -
Şalaw Kosret Resûl: Îro rojeke dîrokî û çarenivîse
02:09 PM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevkê YNK: Dengê xwe bidin partiya ku xizmeta we dike
10:12 AM - 2025-11-11
zêdetir tamaşe bike
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
07:54 PM - 2025-11-11
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
05:59 PM - 2025-11-11
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
05:18 PM - 2025-11-11
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
03:48 PM - 2025-11-11
zortrin xwendraw
-
Serokê YNKê serkeftina hilbijartinê li welatiyan pîroz dike
Kurdistan 08:23 PM - 2025-11-11 -
Dest bi Proseya hejmartina dengan hat kirin
Kurdistan 05:59 PM - 2025-11-11 -
Serok Bafil: Ji bo xizmetê ya çar salan bi lez biçin ser sindoqan
Kurdistan 05:18 PM - 2025-11-11 -
Li Silêmanî, Kerkûk, Helebçe, Raperîn, Koyê û Germiyanê, YNK hêza yekem e.
Kurdistan 07:54 PM - 2025-11-11 -
Xalid Şiwanî: Baweriya me bi dengderên me heye
Kurdistan 03:48 PM - 2025-11-11 -
Komîsyon: Hilbijartin pir baş birê diçe
Kurdistan 11:26 AM - 2025-11-11 -
Serokkomar daxwaza beşdarbûna berfireh di hilbijartinan de dike
Êraq 01:29 PM - 2025-11-11 -
Berdevka Çavdêrên Şefafiyet: Ji bo çavdêran pirsgirêk hene
Kurdistan 05:45 PM - 2025-11-11






Aplîkêşin

