Kongireya Pêncemîn dê di pêkhate û bernameya YNKê de guhertinên mezin pêk bîne
Kurdistan 07:39 PM - 2023-09-26
PUKMEDIA
Berdevka Kongreya Pêncemîn Telar Letîf
Berdevka Pêncemîn Kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê teqez kir ku konferans di roja xwe ya diyarkirî de sibe Çarşemî 27.9.2023 dest pê dike.
Peyvdarê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, Telar Letîf, êvariya roja sêşemê di civîneke rojnamevaniyê de ragihand, sibe roja Çarşemê saet 11:00ê de, bi amadebûna serok û nûnerên partiyên siyasî kongreya pêncem dest bi karê xwe dike. Nûnerên welatên biyanî Yekem rûniştina kongreyê wê bi merasîmekê be û tê de gotarek ji aliyê Serokê Yekîtiyê ve Bafil Celal Talebanî tê pêşkêşkirin û axaftinên hejmarek mêvanan.’’
Telar Letîf amaje bi wê yekê jî kir, ku di rûniştina duyem a sibe piştî nîvro de, karê kongreyê dê bi rastî dest pê bike, û komîteyên berpirs ji bername û xalên kongreyê, di bin diruşmeya (nûkirina di kar de... lihevkirin di biryarê de) dê bên kirin .
Berdevka Kongireya Pêncemîn eşkere kir ku, piştî pesendkirina yasayan ji aliyê endaman ve, dê guhertinên radîkal di pêkhateya Yekîtiya Niştimanî, yasaya wê û bernameya wê ya paşerojê de, li ser asta kar û xebata partî û Herêma Kurdistanê û herwiha di asta bilind de bên kirin. Têkiliyên bi Iraq, welatên herêmê û cîhanê re û wiha dewam kir: “Pêşnûmeya rêziknameyê amade ye.” Di kongreyê de piştî pêşkêşkirina komîteyên pêwendîdar dê were sererastkirin û pesendkirin. Ji bo Yekîtiya Niştimanî sê meclîsan ava bikin, bi navên Desteya Serkirdetiyê, Desteya Bilind a Siyaset û Berjewendiyan û Desteya Piştgiriyê.”
Mekteba siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roja 20.08.2023ê li bajarê Kerkûkê bi serperiştiya Bafil Celal Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê civiya û di civînê de biryar hat dayîn ku pêncemîn kongreyê a Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di 27ê Îlona 2023an de were lidarxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

