Pêncemîn kongreya YNKê dê sibê dest pê bike
Kurdistan 11:02 AM - 2023-09-26
PUKMEDIA
Logoya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê
Amadekariyên ji bo lidarxistina pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştîmanî, roja Çarşemê 27.9.2023 berdewam in û ev kongre dê bandorê li Herêma Kurdistanê û Iraqê bike.
Çend roj berê konferansên malbend û buroyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ji bo hilbijartina nûnerên xwe bo pêncemîn kongreyê bi beşdariya 3 hezar û 274 endaman bo hilbijartina 260 endaman bo beşdariya di pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê de hatin lidarxistin.
Endamên Mekteba Siyasî dê bo 10 kes bên kêmkirinBerpirsê Buroya Rêxistina Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Sarkawt Zekî wiha got: Di kongreya pêncemîn a YNKê de dê hejmara endamên mekteba siyasî dakeve 10 kesan, di kongireya pêncem de pêşniyarê 3 encûmen bên avakirin ku Encumena Serkirdayetiyê ye, Encumena bilind Berjewendiyan, û Encûmena Şêwirmendî an Piştgiriyê ye.’’
Sarkawt Zekî wiha got:Hijmara endamên Encûmena Serkirdayetiyê jî 51 endam pêk bê, di nav wan de Serok Bafil Celal Talebanî ya din Encûmena Şêwirmendî an Piştgiriyê, ku rasterast serperiştiya wê ji aliyê serok bi xwe ve tê kirin, ku dibe ku 100 endamên wê hebin, ew encûmenek e ku kadroyên nû, ciwan û jinan derxîne pêş, ku dê tê de bin, hin dê di paşerojê de rêbertiyê ava bikin û dê bibe komîteyek bikêrhatî ku li gorî pêşniyarên serok erkên xwe pêk bîne. ‘’
Guhertinên sîstema navxweyî ya partiyê û prensîba navendîbûna di rêxistina partiyê de dê were pejirandin û lihevhatinek di biryaran de hebe.” Piştî kongreyê , Yekîtiya Niştimanî dê bibe partiya kedkaran û girseyan. ‘’ Sarkawt Zekî wiha got.
Li malbend û buroyan 260 endamên kongreyê hatin hilbijartin
Di çarçoveya amadekariyên kongreyê de konferansa malbend û buroyan hat lidarxistin û tê de 260 endam hatin hilbijartin.
Peyvdarê pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Talar Letîf ji PUKMEDIA re ragihand: ‘’260 endamên kongreyê di proseyeke demokratîk de hatine hilbijartin ku 175 endam ji malbendan û 85 endam jî ji buroyan bûne.’’
Talar Letîf got: “Em hewl didin kongreyek serkeftî li dar bixin, daku baştir xizmeta gelê Kurdistanê bikin.
Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bo cara yekem di dîroka xwe de kongreya xwe pêşwext li dar dixe.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

