Pirojeyasaya Federasyonê li Encumena Nûneran vedigere rojevê
Îraq 12:47 PM - 2023-09-25
PUKMEDIA
Encumena Nûneran
Gelek sal piştî derxistina Destûra Bingehîn a herdemî ya Êraqê di sala 2005an de, yek ji girîngtirîn saziyên wê yên qanûnî ku Encûmena Federasyonê ye, nehat avakirin. Nûner û Pisporên yasayî tekez kirin ku ev projeyasa di qonaxa niha ya ku Êraq tê de derbas dibe de giring e, ji ber ku dê gelek mijaran birêxistin bike û ji bo cîbicîkirina qanûnê û pesendkirina wê jî pêwîstî bi hemahengiya hemû pêkhateyên parlamentoyê heye.
Di destûrê de dive Encumena Federasyonê bê avakirin
Madeya 65 a Destûra herdemî ya Êraqê dibêje: Encumena yasadanînê bi navê “Encûmena Yekîtiyê” tê damezrandin ku ji nûnerên herêm û parêzgehên ne rêxistinkirî li Herêmê pêk tê, pêkhatina wê, şert û mercên endametiyê di wê de, û her tiştê girêdayî wê bi qanûnek ku ji sê parên duduyan piraniya endamên meclisa nûneran derdixe tê kirin.
Nêrînên cuda li ser pirpjeyasayê
Nûnerê Yekîtiya Niştimanî ya
Kurdistanê Kerwan Yarwês ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA
re dibêje: Li gorî tiştên ku di destûra bingehîn a Êraqê de hatine diyarkirin,
diviyabû ji sala 2005ê ve ev destûr bihata qanûnîkirin. lê heta niha nehatiye
kirin.
Got jî: proje yasaya
encûmena Yekîtîiyê bo qonaxa niha ya Êraqê giringe, lê zehmete ku di civata
nûneran de derbas bibe, Ji ber ku derbarê pêşnûmeya qanûnê de nêrînên cuda
hene.
Lihevhatin di navbera hemî fireksiyonan de
Nûnerê Kerwan Yarwês dibêje:
Proje yasaya encûmena yekîtiyê di civînên berê de ji civata nûneran re hatibû
şandin, lê mixabin nehatibû qanûnîkirin.
Got jî: derbaskirina proje
yasayê di civata nûneran de, pêdivî bi hemahengîya siyasî heye, û da zanîn ku,
dezgeha yasayî li serokatiya Komarê kar bo amadekirina proje yasayê û şandina
wê bo civata nûneran dike.
Pêşîlêgirtin li derxistina hin qanûnan
Pisporê yasayî Elî Temîmî
di daxuyaniyeke taybet de ji PUKMEDIA re ragihand: Encûmena Yekîtiyê dikare
pêşiya derxistina hin yasayên nakok ji aliyê Encûmena Nûneran ve bigire û rê li
ber nakokiyên nehewce bigire.
Got jî: Civata Yekîtiyê
pêdaçûnê li yasayan dike û mafê wê heye îtîraz bike û hijmareka wan vegerîne,
ev civat giringe û li gelek welatan heye. Encumena Federal li gorî Destûra
Bingehîn şaxê duyemîn ê desthilatdariya qanûndanînê ye li gor destûrê, mîna
Senato û Senatoyan e û nûnerên parêzgeh û herêmên ku bi qanûnê nehatine tertîb
kirin di nav xwe de digire.
Di navbera pêkhateyan de hevsengiyê biparêzin
Pisporê yasayî Elî Temîmî
dibêje: Ev encûmen dê hevsengiya di navbera pêkhateyên Êraqê de biparêze û
gelek pêkhate, parêzgeh û herêm tê de beşdar dibin û dê serok û endamên hemû
pêkhateyan hebin.
Got jî: di dema niha da,
bi baweriya min ev encûmen ji bilî zêdekirina barê darayî li ser bûdceya
dewletê, dê bibe sedema kêşeyan û yasayên me hene ku giringtir in ji avakirina
encûmenê, ku pêwîste bi yasayan bêne derxistin.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26 -
Yekîtiya Ewropa dorpêçên aborî li ser Rûsya dirêj kir
01:58 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
Li Silêmaniyê roja duyemîn ya SuliFest didome
09:42 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

