Rêveberê YNKê Çirûska kongreya Kurdistanê û hewla siyasî ya Bexdadê ye
Kurdistan 03:34 PM - 2023-09-22
PUKMEDIA
Serok Bafil
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser mijara mûçe û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê, êrîşa li ser firokexaneya Erbetê û bidawîkirina parêzgehbûna Helebceyê bi serkirdeyên partiyên Êraqî re civiya.
Endamekî Fraksiyona YNKê got: Serok Bafil ji me re got her dem bergiriyê li gel bikin û meydana daxwazên xelkê boş mekin.
Serok Bafil piştevaniya xwe bo fraksiyona YNKê dupat kir
Endama Fraksiyona YNKê ya Parlamentoya Êraqê Dîlan Xefûr ji malpera fermî ya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (PUKMEDIA) re ragihand: Di hevdîtina li gel serokê fraksiyona me de pîrozbahî li me kir li ser wan hewlên ku di dema borî de ji bo gelê Kurdistanê kirine.
Xefûr herwiha got: “Serokê YNKê piştevaniya xwe bo fraksiyona me nîşan da û daxwaz ji me kir ku em bergiriyê li daxwazên xelkê bikin û erkê me ye ku em hevahengiyê li gel fraksyonên din ên parlamentoyê bikin da ku di berjewendiya Helebce de pirsgirêk derbas bibin.
Kongre û xizmet
Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê çirûska kongreya xwe li Herêma Kurdistanê vêxist û dê li Bexdayê jî li ser xebatên xwe yên siyasî ji bo xizmetkirina xelkê berdewam be.
Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî di vn rojên derbasbûyî de li gel serokên partiyên Êraqî û balyozên welatan li Êraqê hevdîtin kir ku ji Nûrî Malikî, Seyîd Emmar Hekîm, Hadî El Amirî, Heyder Ebadî, Fayeq Zêdan, Reyan Kildanî û Ehmed Cebbarî (Ebû Mazin), Qeys el-Xezalî, û balyoz Eric Chovalier û Stephen Charles Hitchens û jêre ragihand: Divê pişka gelê Herêma Kurdistanê bi nakokiyên siyasî re neyê tevlihevkirin û di zûtirîn dem de pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê bên çareserkirin.”
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di hevdîtinên xwe de tekezî li ser berdewamiya diyaloga avaker di navbera aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê û Êraqê de kir, bi armanca derbaskirina kêşeyan û rakirina astengên li pêşiya piroseya siyasî bi taybetî pirsgirêkên navbera Herêm û Bexdayê, tekez kir ku divê mûçe û debara welatiyan ji pirsgirêkên siyasî dûr bê girtin, ku ew yek ji karên pêşîne yên hemû karên me ye, û welatiyên me êdî nikarin di nava ne rihetiyê de bimînin.
Bombekirina balafirgeha Erbet
Serok Bafil Celal Talebanî jî amaje bi hemahengî û hevahengiya di navbera aliyên siyasî de ji bo derbaskirina kêşeyan û çareserkirina pirsgirêkan li ser bingeha destûrê kir û daxwaz ji hikûmeta Êraqê kir ku erkên xwe yên destûrî cîbicî bike, dawî li binpêkirinan bîne û ti hincetekê nehêle ku erd û esmana welat were binpêkirin, ji bo parastina ewlehî û aramiya welat, wan mekanîzma gilî û girtina tedbîrên yasayî derbarê bombebarana hovane ya firokexaneya Erbetê û şehîdkirina hejmarek ji wan gotûbêj kirin.
Parêzgeha Helebce
Derbarê pirsa parêzgehbûna Helebce de, Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî tekez kir ku yekrêziya me di derbarê parêzgehkirina Helebce de erkekî exlaqî û niştimanî ye û divê em hemû piştevaniya wê bikin. ku veguherandina Helebce bo parêzgeh û avakirina wê erkê hemû aliyek e û divê bi berpirsyarî li gel vî bajarî û xelkên wê be û parêzgehbûna wê wek berdêlek biçûk li hember wan qurbanîdanan be.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
09:21 PM - 2026-06-26
zêdetir tamaşe bike
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
10:47 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Nûnerê Sûriyê li NY: Divê welatên biyanî welatiyên xwe ji Kampên Hol û Roj vegerînin
Cîhan 05:14 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

