Qubad Talebanî: Ji bo qedexekirina êrişan divê gavên rastî bên avêtin
Kurdistan 04:36 PM - 2023-09-21Civîna Qubad Talebanî digel şandeke Amerîkî
Îro pênçşem 21.09.2023 li bajarê Hewlêrê, Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke pilebilind a leşkerî ya Amerîkî bi serokatiya Fermandarê Giştî yê Hêzên Hevpeymanan li Êraq û Sûriyê General Faul kir. û pirsa çaksaziyan li wezareta pêşmerge û bûyera êrîşa li ser hêzên dijî terorîstan li firokexaneya Erbetê gotûbêj kirin.
Di hevdîtinê de ku bi amadebûna Mark Straw Konsulê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê û Bextiyar Mihemed Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge hat lidarxistin, rewşa ewlekariya navçeyê hate gotûbêjkirin û her du alî li ser wê yekê rêkeftin ku rewşa asayîşa herêmê bi giştî aloze û divê hemahengîya asayîşê di navbera hêzên hevpeyman û hêzên pêşmerge da bê zêde kirin û hêzên Êraqî jî tekîd li ser helbijartina wezîrekî bi wekalet bo pêşmerge kirin, daku hemahengî di navbera wan hêzan da bê kirin, ji bo xebata hevbeş û rûbirûbûna metirsiyan.
Her du alî li ser pirsa çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de jî gotûbêj kirin û di vê çarçoveyê de Cîgirê Serokwezîr amaje bi wê yekê kir ku, ji ber nebûna Wezîrê Pêşmerge, proseya çaksaziyê li gorî pêwîstiya xwe birêve naçe, ji ber wê jî ew ji aliyê xwe ve namzedek ji bo wergirtina posta bi wekalet a wezîrê pêşmerge pêşkêş kir û hêvî xwest proseya cîbicîkirina erkên xwe bileztir bike, daku pêngavên cîbicîkirinê pêş bikevin.
Di beşeke din ya vê hevdîtinê de, êrîşa li dijî hêzên Dije Terorê li Firokexaneya Erbetê hat gotûbêjkirin û şanda leşkerî ya Amerîkayê bi boneya şehîdbûna 3 pêşmergeyan sersaxî û hevxemiya xwe pêşkêşî Qubad Talebanî û hêzên Dije Terorê kir û hêviya başbûnê ji birîndaran re dixwazin.
Di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîr got: Di heyama 2 deh salên derbasbûyî de hêzên Dije Terorê hevpeymanê sereke yê hêzên hevpeyman di şerê dijî terorîstan de li deverê de bûye û dubare kirina van êrîşan metirsiyeke cidî li ser ewlekarî û aramî li ÊIraq û navçeyê bi giştî çêdike, ji ber wê jî divê hikûmeta Êraqê hêzên hevpeyman û welatên dost helwestên cidî werbigirin û bikevin tevgerê û ji bo rêgirtina li dûbarebûna van êrîşan û parastina serweriya Êraq û Herêma Kurdistanê, gavên rasteqîn bên avêtin. ”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

