Talebanî: Êrîşa li ser firokexaneya Erbet binpêkirina eşkere ya serweriya Iraqê ye
Kurdistan 09:42 PM - 2023-09-20
Ofîsa Cîgirê Serokwezîr
Talebanî pêşwaziya şandeke leşkerî ya Almanyayê kir
Di hevdîtinê de ku roja Çarşemî 20ê Îlona 2023 li bajarê Hewlêrê Qubad Talebanî Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya şandeke serbazî ya Almanyayê bi serokatiya Kolonel Polinker Fermandeyê Hêzên Almaniya li Herêma Kurdistanê bi amadebûna Benjamin Hanna, bi wekalet Konsulê Giştî yê Almanyayê şanda Almanyayê ji ber şehîdbûna 3 pêşmergeyan hevxemiya xwe ji Qubad Talebanî û hêzên dije terorê re ragihand û êrîşa li ser Firokexaneya Arbet a Çandiniyê ya Silêmaniyê bi tundî şermezar kir.
Di vê çarçoveyê de Qubad Talebanî eşkere kir ku êrîşa li ser Firokexaneya Çandiniyê ya Erbet destpêkeke metirsîdare û binpêkirina eşkere ya serweriya Îraqê ye, ji ber ku hêzeke nîzamî ya fermî ya Kurd a Îraqî kire armanc, û gotegotên pûç yên aliyê êrîşkar red kirin, ji ber ku piraniya wan şehîdên ku di êrîşê de şehîd bûne, ji hêzên qehreman ên Pêşmergeyên Kurdistanê ne û şervanên hêzên dije-terorê.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê tekezî li ser wê yekê kir ku, ji bilî hêzên dije-terorê li Kurdistanê ti hêzeke din li firokexaneyê nemaye û daxwaz ji hikûmeta federal û hevpeymanan jî kir, ku gavên cidî yên pratîkî ji bo rêgirtin li dûbarebûna wê yekê bavêjin ku ev êrîşên binpêkirina serweriya xaka Iraq û Herêma Kurdistanê ye.”
Li beşekî dinê vê hevdîtinê de, her du alî behsa çaksaziyên di Wezareta Pêşmerge de kirin û Cîgirê Serokwezîr diyar kir ku, ji ber valabûna postê Wezîrê Pêşmerge, reformên di wezaretê de nehatine cîbicîkirin. Li gora ku pêwîst bû, amaje bi wê yekê kir ku wan namzedek ji bo dagirtina postê ajansê hilbijartiye, bi hêviya ku di zûtirîn dem de were temam kirin proseya çaksaziyê li gor rêya wê ya rast ku ji berê ve hatibû plankirin, were cîbicîkirin.”
Di dawiya civînê de, Qubad Talebanî her wiha hişyarî da ku paşxistina pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de dê ziyanê bigihîne pêgeha herêmê û bibe sedema bêbaweriya hêzên hevpeyman û dostên Herêma Kurdistanê.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

