Bîderson li Şamê, bê encam
Nêrîn 11:14 AM - 2023-09-20
PUKMEDIA
Fethulla Hisênî
Fethallah Husênî
Nûnerê taybet ê sekreterê giştî yê NY bo Sûriyê Xîr Bîderson
di serdana xwe ya vê dawiyê de bo Şamê û hevdîtina bi rayedarên hikûmeta Şamê
re, hêviya gihîştina rêkeftinekê ji bo alîkariya gelê Sûriyê li hundir û
derveyî Sûriyê nîşan da. Hêzên Sûriyeya Demokratîk bidawîbûna operasyona
"bihêzkirina ewlehiyê" li gundewarê Dêrazorêragihandin û peydakirina
aramiyê jî piştrast kir.
Dibe ku Bîderson daxwaz ji hikûmeta Sûriyê bike ku bi
cîbicîkirina prensîba "gav bi gav" û Komîteya Destûrî tevbigere, lê
ev hemû aramiyê li Sûriyê venagerînin wek ku civaka navdewletî xeyal dike, bêyî
beşdariya aliyên sereke yên şer li Sûriyê di diyelogê de.
Biryara Encumena Ewlekariyê jimare 2254 destnîşan dike ku
Şanderê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî ji bo pêkanîna erkên
pêşvebirina proseya siyasî, ku ji aliyê Sûriyê bi xwe û bi piştevaniya Netewên
Yekgirtî ve tê birêvebirin û cîbicîkirin, bi rêzgirtina li serwerî, serxwebûn,
yekîtî û aramiya axa Sûriyê û ji bo vê yekê Rêvebiriya Xweser û Hêzên Sûriya
Demokratîk hewl dide ku bi rêya projeya siyasî ya heyî, û bi rêya têkbirina
terorê ji aliya HSD ve û peydakirina ewlehiyê li deverên ku ji aliyê hêzên
herêmê ve bê aram bûne û bi piştgiriya siyasî ji hikûmeta Şamê bi xwe.
Siyaseta sifir destpêşxeriya Şamê ye ku aloziya Sûriyê hîn
zêdetir dike û gelê Sûriyê birçî dihêle, nemaze ji ber ku deverên aram bûne
deverên germ, û hemû qonaxên siyasî yên derbarê çareseriya siyasî bi ti awayî
negihîştine çareseriyekê çi ji bo Sûriyê û çi ji bo gelê wê.
Rojnameya El-Watan tekez kir ku serdana Bîderson di çarçoveya
vejandina destpêşxeriya Erebî bo çareseriya siyasî de tê û ev yek li welatekî
perçebûyî, ku tê de gelek aliyên şer di warê siyasî û leşkerî de hene ne mumkîne
û pêwîste Diyaloga berfireh ya navxweyî hebe yan jî asoyên ji bo çareseriya
siyasî ya îdiakirî namîne, ku ji aliyê derve ve tê piştgirîkirin, bêyî ku li
rastiya trajîk a gelê Sûriyê binêre piştî 12 salan ji şer, alozî û destwerdanên
herêmî û derve.
Ji ber vê yekê em rûbirûyê siyaseta “neçareseriyê” ne û
serdana Bîderson tiştekî nû nade, ji ber ku rejîma Sûriyê tiştekî nade, û ev jî
nakokiya bi Bîderson re ye, ku ne planek cîbicîkirinê bi dest da heye û ne jî
amûrek ji bo fişarê li ser rêjîm.
Rêjîm serdana "Xîr Bîderson" erênî dibîne, ji ber
ku ew li gorî xeyala xwe navenda biryardanê dimîne, û opozisyona Erebî serdana Bîderson
girîng dibîne, ji bo cîbicîkirina biryarên Netewên Yekbûyî bi hemû bendên wan,
û veguhestina desthilatê bo wan. Di dema ku Rêvebiriya Xweser û Hêzên Sûriya
Demokratîk serdanê nerênî nabinin mîna stanbêjiyê li biyabanekê dibînin.Di dema ku alozî li
seranserê Sûriyê belav dibe, di nav de teror, hejarî û têkçûna aborî, bêyî ti
çareseriyên awarte ji aliyê hikûmeta Şamê ve.
Krîza Sûriyê her ku diçe aloztir dibe, û civaka navdewletî
heta niha tenê temaşvane ji karesetê re.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
03:53 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
11:45 AM - 2026-07-26 -
Komandoya Kurdistanê tîmeke bijîşkî ji bo ziyaretkaran dişîne Kerbelayê
01:49 PM - 2026-07-25 -
Serokomarê Iraqê: Mafên jinan diparêzin
11:51 AM - 2026-07-25
zêdetir tamaşe bike
Derbaz Kosret û Konsulê Rûsyayê rewşa navçeyê û pêkanîna hikûmetê gotûbêj dikin
09:01 PM - 2026-07-26
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
06:17 PM - 2026-07-26
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
05:51 PM - 2026-07-26
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
05:05 PM - 2026-07-26
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Helebce û xelkê wê hêjayî xizmetên zêdetir in
Kurdistan 06:17 PM - 2026-07-26 -
Bakirhan:Yasaya Çarçove gavek destpêkê ye û xebata me bo mafê Kurd dê berdewam be
Kurdistan 05:51 PM - 2026-07-26 -
Xula pêşxistina karê medyayê bi rêve diçe
Kurdistan 05:05 PM - 2026-07-26 -
Besam Kaco:Karên bo vegerandina koçberên Serê Kaniyê berdewamin
Kurdistan 02:20 PM - 2026-07-26 -
Li Çînê ji ber lehiyê bi dehan kes bûn qurbanî
Cîhan 03:53 PM - 2026-07-26 -
Şêx Cefer piştgiriya çalakiyên Saziya Kerimî Eleke dike
Kurdistan 03:30 PM - 2026-07-26 -
Yekîtî û Partî tekezî li ser hemahengî, biratî û bihevra karkirinê dikin
Kurdistan 11:45 AM - 2026-07-26 -
Serokkomarê girîngiya xurtkirina hewldanan ji bo parastina ewlehî û aramiya Îraqê tekez kir
Êraq 01:39 PM - 2026-07-26






Aplîkêşin

