Serok Komarê: Ji bo xerckirina mûçeyan hewl bidin
Îraq 04:01 PM - 2023-09-14
PUKMEDIA
Qubad Talebanî ûEbdulatîf Reşîd
Îro pênçşem 14.09.2023 li Koşka Bexdayê, cenabê Serok Komarê Dr.Ebdullatîf Reşîd pêşwazî li serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û şanda ligel kir ku ji Cîgirê Serokwezîrê Herêmê Qubad Talebanî, Wezîrên Navxwe û Darayî yên Herêmê Rêber Ehmed û Awat Şêx Cenab û Serokê Dîwana Serokatiya Herêmê Dr.Omêd Sebah û hejmarek ji berpirên hikûmî kir.
Di hevdîtinê de pirsa peywendiyên di navbera hikûmeta federal û hikûmeta Herêma Kurdistanê de hate gotûbêjkirin û Serokatî baweriya xwe bi dilxwaziya her du aliyan ji bo çareser kirina hemû kêşeyên heyî li gor destûr û yasa û bi awayekî diyar kir. ku ewlehî û aramiya li welêt saz dike.
Serok Komarê piştgîriya xwe ji bo şanda hikûmeta herêmê wek tîmeke hevbeş û yekgirtî dupat kir û tekez li ser wê yekê kir ku pêwîste hewlên hemû aliyên hikûmetî û siyasî ji bo bilezkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidin.
Cenabê wî amaje bi pêwîstiya derbaskirina kêşe û kirîzên li parêzgeha Kerkûkê û pabendbûna bi cîbicîkirina biryarên girêdayî guhertinên îdarî li wê derê kir û li gor rêkeftina siyasî ya ku di civîna vê dawiyê ya Hevpeymaniya Îdareya Dewletê de hat encamdan.
Li hember de jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê balkişand li ser girîngiya rola destûrî ya Serokayetiya Komarê û hewlên cenabê Serok ji bo nêzîkkirina nêrînên serokên fireksiyonên siyasî ji bo bilezkirina xerckirina mûçeyên fermanberên herêmê bi qasî karmendên hikûmeta federal.
Mesrûr Barzanî herwiha amaje bi wê yekê jî kir ku bi serrastkirina yasaya bûdceyê ve kêşeya darayiya herêmê û mûçeyên karmendan were çareserkirin û pêwîste çareseriyek bilez ji bo dabînkirina mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê ji aliyê Encûmena Wezîran ve bê dîtin. spas û pêzanînên Serok Komarê ji bo baldarî û eleqedariya wî di vê mijarê de nirxand..
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Ji ber erdhejê 50 hezar kes li Venezuelayê winda ne
Cîhan 10:47 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

