Pola Sîrwan Talebanî: YNK dê kongreya xwe di dema xwe de li dar bixe
Kurdistan 10:19 PM - 2023-09-12
PUKMEDIA
Pola Sîrwan Talebanî
Endama Polîtboruya Siyasî û berpirsê Ofîsa Navendên Derve ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Pola Sîrwan Talebanî piştrast kir ku amadekariyên lidarxistina pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi lez û bez birêve diçin û da zanîn ku giraniya Yekîtiya Niştimanî heye û di asta navneteweyî de pozîsyoneke xurt jî.
Pola Sîrwan Talebanî di hevpeyvînekê de ligel malpera fermî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê PUKMEDIA got: bi dirêjî behsa amadekariyên lidarxistina pêncemîn kongireya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê, asta peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û rewşa Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li bajarê Kerkûkê kir.
Kongireya pêncemîn wê di dema xwe de bê lidarxistinDerbarê pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê ku biryar e di 27.09.2023 de were lidarxistin, Pola Sîrwan Talebanî got: 600 endam ji hemû ofîs, navend û saziyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê di kongreyê de wê beşdar bin. Biryar e komîsyon di nava çend rojên bê de mekanîzmayên hilbijartina endaman diyar bike û diruşma sereke ya kongreyê de wiha hat gotin: “Nûbûn di çalakiyê de û Yekdengî di biryardanê de.” Ev kongre stasyoneke nûkirina Yekîtiya Niştimanî ye û biryar li ser mijarên giring bi yekdengî wê bêne standin, herwiha bername û nêzîkatiya navxwe ya partiyê jî li gor rewşa niha ya Herem, Iraq û navçeyê were guhertin.
Endamê Mekteba Siyasî tekez li ser wê yekê kir ku pêncemîn kongreya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dê di dema xwe de were lidarxistin û ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê destkeftiyeke mezin e ku berî bidawîhatina dema yasayî kongreya xwe lidar bixe, ji bilî wê jî kongre dê pirsgirêk û kêmasiyan teşhîs bike û ji bo çareserkirina wan kar bike."
Têkiliyên YNKê her ku diçe pêşve diçinDerbarê peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê li ser asta navçeyî û navdewletî de, Pola Sîrwan Talebanî dibêje: “Peywendiyên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê roj bi roj li ser hemû astan pêşde diçin û li ser asta Iraqê jî roleke giring heye û diyar e. Li ser hemû bûyeran û di asta navneteweyî de jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê xwedî helwesteke dîplomatîk a girîng û bihêz e û nêrînên wê hene.”
Got jî: li ser astê herêmî li herêma Kurdistanê, Yekîtîya Niştimanî hertim destpêkerê hemahengî û rêkxistina mala Kurd bûye, çendîn caran hewl daye ku alîyên sîyasî li hev kom bike û berjewendîyên giştî li ser berjewendîyên teng ên hizbî daye pêş. Di vê rêyê de qurbanî dide û da zanîn ku armanca Yekîtiya Niştimanî ew e ku li Herêmên nakok amaje bi yekrêziyê dike , gotubêj û helwesta aliyên Kurdî dixwaze yek bixe û baştirîn belge jî destpêşxeriyên wî yên ji bo pêkanîna hevpeymaniyeke Kurdistanî ji bo Hilbijartinên encumenên parêzgehên Iraqê ye , lê Partiya Demokrat li pêşiya vê pêngavê rawestiya û bû sedema belavbûna dengê kurdan li wan deveran, lê Yekîtiya Niştimanî tu carî derî li ser kes negirt û gel yekrêziya aliyên siyasî ye.
Sabotekirina ewlekarî û jiyana hevbeş li Kerkûkê xeta sor eDerbarê bûyerên vê dawiyê yên bajarê Kerkûkê de jî, Berpirsê Fermangeha Derve ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê dibêje: “Sabotekirina ewlehî û pêkve jiyanê li Kerkûk û navçeyên mayî yên bi nakok, xeta sor e ji bo Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û rê nade. Her aliyek gefê li aramiyê bike û ne jî welatiyên wan deveran ji bo armancên teng yên hizbî bi kar bîne.” Aliyên din, lê ji bo aramkirina rewşa Kerkûkê gavên pratîk avêtin û got: “Yekîtiya Niştimanî xwe xwediyê Kerkûk û Kerkûkiyan bi fermî bi rêya nûnerên xwe yên li Bexdayê daxwaz kiriye ku lêkolîneke rast û serbixwe li ser bûyerên nebaş ên vê dawiyê li wir qewimîne û di vê çarçoveyê de, şandek ji bo lêkolînên pêwîst serdana parlamentoya Kerkûkê û hikûmetê dike.
Hilbijartinên Yekîtiya Niştimanî û encumenên parêzgehanDerbarê lidarxistina hilbijartinên encumenên parêzgehên Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêmê de, Poa Sîrwan Talebanî tekez dike ku, Yekîtiya Niştimanî li Kerkûk û navçeyên nakokdar xwedî giranî û pêgeheke bihêz e û em bi dilsoziya welatiyan piştrast in. Ji wan herêman ew hest bi pêwîstiya hebûna Yekîtiya Niştimanî li herêmên xwe dikin. “Ji ber ku ew dizanin ku Yekîtiya Niştimanî parêzvanê wan ê rastîn e û ev yek di pratîkê de berê jî hatiye îsbatkirin.” Wî her wiha got: “Yekîtiya niştimanî ti carî Kerkûkiyan di tengasiyan de nehêle.”
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
03:49 PM - 2026-03-29 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
03:20 PM - 2026-03-29 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
10:10 PM - 2026-03-28 -
Tengava Hormuz bo tankerên derbasbûna petrola Taylandê tê vekirin
10:18 AM - 2026-03-28
zêdetir tamaşe bike
Ji ber êrîşên li ser Herêmê dibistan dîsa hatin rawestandin
11:15 AM - 2026-03-29
Hemû bendavên Herêma Kurdistanê nêzîkî serrêj bûne
10:54 AM - 2026-03-29
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
08:15 PM - 2026-03-28
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
06:23 PM - 2026-03-28
zortrin xwendraw
-
Serok Bafil:Êrîşa ser mala Birêz Nêçîrvan Barzani şermezar dikin
Kurdistan 08:15 PM - 2026-03-28 -
Şer derbazî du heyvan dibe û deriyê dîplomasiyê vekiriye
Kurdistan 05:56 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 06:23 PM - 2026-03-28 -
Fraksiyona YNK êrîşa ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar dike
Kurdistan 10:10 PM - 2026-03-28 -
Qubad Talebanî: Divê ragihandina YNKê deng û peyama gel be
Kurdistan 02:40 PM - 2026-03-29 -
Fraksyona YNKê beşdarî rûniştina Hilbijartina Serokkomar dibe
Kurdistan 01:57 PM - 2026-03-28 -
Graham bo revenda Kurdî:Lobiyê ji bo Yasaya Parastina Kurdan bikin
Kurdistan 03:20 PM - 2026-03-29 -
Hevxemiya Serok Bafil bo koça dawî Lîwa Cemal Enwer Ebdulezîz
Kurdistan 03:49 PM - 2026-03-29






Aplîkêşin

