Serok Bafil: Ji bo bidestxistina berjewendiyan hemahengiyê didomînin
Kurdistan 06:00 PM - 2023-09-10
PUKMEDIA
Serok Bafil li Îranê
Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Celal Talebanî li Tehranê li gel Mihemed Baqir Qalîbaf Serokê Parlamentoya Îranê civiya û di hevdîtinê de ku bi amadebûna biryarderê desteya karûbarê mekteba siyasî Rifat Ebdullah û Derbaz Kosret Resûl endamê desteya kargêrî ya mekteba siyasî, Îmad Ehmed endamê mekteba siyasî û Hîwa Ehmed berpirsê dezgeha asayîşa herêmê, pêşxistina peywendiyên dîrokî di navbera herêmê û Yekîtiya Nîştimanî û Komara Îslamî ya Îranê de gotûbêj kirin, di civînê de tekezî li ser berfirehkirina danûstandinên bazirganî û parastina hemahengiya ewlehî û çandî di navbera her du aliyan de kirin.
Di destpêka hevdîtinê de Serokê Parlamentoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf rola Mam Celal di avakirina Êraqa nû û parastina hemahengî û pêkvejiyana di navbera netewe û pêkhateyên cuda de bilind nirxand û got: Bîranîna Serok Mam Celal wê di hişê me de nemir bimîne û got: Yekîtiya Niştimanî hêzeke bibandor e û di serkeftina proseya siyasî ya Êraqê de xwedî roleke bibandor e.
Di destpêka civînê de Serok Bafil Celal Talebanî amaje bi giringiya parastina aramî û asayîşa navçeyê kir û got: Em li ser hewlên xwe yên ji bo çareserkirina pirsgirêkan û kontrolkirina kêşeyan berdewam in û em hêvîdar in ku pêngavên me ji bo berjewendiyên bilindtir bin û parastina ewlekarî û aramiya herêmê dê ji bo karên me yên pêşîn be."
Serok Bafil Celal Talebanî li ser rewşa navxwe ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û peywendiyên wê ligel Bexda û welatên cîran got: Yekîtiya Niştîmanî bi îradeyeke bihêz û serbixwe siyaseta aqilane ya Serok Mam Celal dimeşîne Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin û di wê baweriyê de ne ku ji bo bidestxistina berjewendiyên bilind dikarin hevahengiyê bi hevalên xwe re bidomînin û peywendiyên me yên li gel Şîe û Komara Îslamî ya Îranê di vê çarçoveyê de ye.
PUKMEDIA
hewal ziyatr
-
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
06:29 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
04:15 PM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
09:25 AM - 2026-06-27
zêdetir tamaşe bike
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
05:36 PM - 2026-06-27
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
03:43 PM - 2026-06-27
Piştî aloziyan Amerîka û Îran gefên nû dixwin
12:29 PM - 2026-06-27
Îraq bi dayîna erd û pêşîneya darayî pirsgirêka nîştecîbûnê kêm dike
11:56 AM - 2026-06-27
zortrin xwendraw
-
Îsraîl û Lubnanê rêkeftinek îmze kirin
Cîhan 09:21 PM - 2026-06-26 -
Sedî Pîre:Tiştê PDK li Bexda dixwaze bila herêmê cî bi cî bike
Kurdistan 05:36 PM - 2026-06-27 -
Divê media nekevin pêş biryara komîteya zanîngeh û xwendina bilind
Kurdistan 06:29 PM - 2026-06-27 -
Sê gundên li Kurdistanê...Îraq pênc gundan ji bo baştirîn gundên geştiyariyê yên cîhanê berbijêr dike
Kurdistan 03:43 PM - 2026-06-27 -
Bajarekî dîrokî ya li bin erdê li Turkiyê hat dîtin
Cîhan 04:35 PM - 2026-06-27 -
Li Qamişlo Pêşangehek berhemên jinan hat vekirin
Kurdistan 04:15 PM - 2026-06-27 -
Mam Celal: Min çawa Hesen Zîrek naskir?
Nêrîn 09:59 AM - 2026-06-27 -
Almanya sîstemên parastina asmanî Patriot li Bakurê Kurdistanê bicih kiriye
Cîhan 09:25 AM - 2026-06-27






Aplîkêşin

